03:03 23 Îlon 2017
Zindî
    Parlamentoya Rûsyayê

    Tirkiye, bi astengkirina Spûtnîkê dixwaze bale bikşîne ser xwe

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 1411

    Siyasetmedarên rûsî, astengkirina malpera Spûtnîkê li Tirkiyeyê şermezar kirin. Yuşenko, Tirkiye bi astengkirina malpera Spûtnîkê dixwaze bale bikşîne ser xwe.

    Aleksandr Lukaşevîç
    © Sputnik/ Kirill Kallinikov
    Moskova — Siyasetmedarên rûsî, astengkirina malpera Spûtnîkê li Tirkiyeyê şermezar kirin. Parlamenterê Partiya Komunîst a Rûsyayê (PKR) Aleksandr Yuşenko ragihand ku Tirkiye bi astengkirina malpera Spûtnîkê dixwaze bale bikşîne ser xwe.

    Aleksandr Yuşenko di axaftina xwe de got:'Tirkiye ji bo ku bale bikşîne ser xwe serî li provakasyonan dide. Wekî mînak du hemwelatiyên me ku ji bo geştyarê çûbûn Tirkiyeyê, bi tohmeta sîxûrtiyê girtin. Her wiha Tirkiye di îxlalkirina îfade û çapemeniya azad de jî rêbêzên deraqil dixe meriyetê.'

    Bernameya Xeta Yekser a Pûtîn dilopa dawîn bû

    Amed meşiya, dinya hejiya; Azadiya Welat
    © AP Photo/ / Burhan Ozbilici, file
    Serokê Grûba Parlamenterên Partiya Rûsya ya Adil Mihail Yemelyanov jî di daxuyaniya xwe de got:'Gelek kesên ku li Tirkiyeyê dijîn, bi erênî nêzîkatiyê li nûçeyên ku Rûsyayê diçin dikin. Rêvebiriya Tirkiyeyê ji bo ku vî xelkî ji nûçeyan mahrum bike malpera Spûtnîkê asteng kir.'

    Yemelyanov di berdewamiya axaftina xwe de got:'Wiha xuya dike ku bernameya Xeta Yekser a Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo Tirkiyeyê bûye dilopa dawîn. Tirkiye bi polîtîkayên xwe yên şaş di nava civaka navneteweyî de ketiye rewşeke zahmet.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya:'Tirkiye dengê gelê xwe difetisîne'
    Rûsya:'150 cihadîst ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn'
    Rûsya: DAIŞê li Reqayê firokeya me nexistiye
    Rûsya:'Ji bo Sûriyeyê tenê planeke me heye'
    Rûsya: Em dikin nakin em ji Çavuşogluyî fêm nakin
    Etîketan:
    Astengkirina malpera Spûtnîkê, Partiya Rûsya ya Adil (PRA), Partiya Komunîst a Rûsyayê (PKR), Aleksandr Yuşenko, Mihail Yemelyanov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de