02:23 18 Tebax 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn û Dmitriy Peskov

    Peskov:'Jehra fobîya Pûtîn tev li dewletên rojava bûye'

    © Sputnik/ Aleksey Nikolskiy
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 9 0 0

    Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitrit Peskov ragihand ku di nava belegeyên Panamayê yên Mossack Fonsecayê de navê Pûtîn jî derbasnabe û wî bi bêrêtiyê sûcdar dikin, ev nayê qebulkirin.

    Moskova — Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitrit Peskov ragihand ku di nava belegeyên Panamayê yên Mossack Fonsecayê de ku hatine belavkirin navê Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî derbasnabe û wî bi bêrêtiyê sûcdar dikin, ev nayê qebulkirin.

    Dmitriy Peskov di axaftina xwe de got:'Par ve kirina belgeyên Panamayê êrişeke plankirî li hemberî Serokê Dewleta Rûsyayê ye. Di nava belgeyan de gelek agahiyên derheqê siyasetmedar û serokên dewletan hene, lê bê çawa dibe nûçeyan li ser navê Pûtîn didin. Ev jî dide xuyakirin ku jehra fobîya Pûtîn gihîştiye dewletên rojava.'

    Dema min ji van derewan re tuneye

    Peskov di berdewamiya axaftina xwe de li hemberî pirsa ku derheqê hevsera wî Tatyana Navka de ku navên wê jî di belgeyên Panamayê de derbasdibe hûnê dozê vekin an na? bersiv da û got: ‘Wextê min ku ez ji van derewan re veqetînim tuneye.'

    Di belgeyên Panamayê de navê hevsera Peskov Tatyana Navka jî derbas dibe. Li gorî wan belgeyan Navka di sala 2014an de xwediyê şirketa Carina Global Assetsê ye. Lê Dmitriy Peskov di daxuyaniya xwe ya duhî de ragihandibû ku hevsera min tucarî nebû xwediyê şirketa offshoreyê.

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: 'Armanca belgeyên Panamayê hedef girtina Pûtîn e'
    Kremlîn: ‘Divê kurd jî di civînên Cenevreyê de cih bigrin'
    Kremlîn: ‘Ji bo pêşeroja Esad, Rûsya û Amerîkayê li hev nekiriye'
    Kremlîn: ‘Em Savçenko bi girtiyên rûsî yên Amerîkayê re taqas nakin'
    Kremlîn jî tev li kampanyaya ‘guherandina avhewayê' dibe
    Etîketan:
    Belgeyên Panamayê, Serokatiya Devleta Rûsyayê, Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê, Vladimîr Pûtîn, Dmitriy Peskov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de