13:17 21 Tebax 2017
Zindî
    Recep Teyîp Erdogan

    Rûsyayê dersa demokrasiyê da Erdogan

    © Foto: AA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4610

    Rayedarê Mafên Însanî yê Wezareta Derve ya Rûsyayê Konstantîn Dolgov li hemberî axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bertek nîşan da.

    Moskova — Rayedarê Mafên Însanî yê Wezareta Derve ya Rûsyayê Konstantîn Dolgov li hemberî axaftina Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bertek nîşan da. Erdogan duhî di axaftina xwe ya Kongreya Kizilayê de rexne li demokrasiya Ewropayê kiribû. Dolgov jî li ser hisabê xwe yê Twitterê Erdogan rexne kir û got: 'Serokomarê Tirkiyeyê Erdogan dersên demokrasiye yên Ewropayê naxwaze. Vê carê ev bang ne ji Ewropayê ye, dev ji îxlalkirina mafên însanî û hiqûqa navneteweyî berdin.'

    ​Erdogan di axaftina xwe ya duhî de gotibû: ‘ Hetanî îro me demokrasi, mafên azadî yên sereke, hemleyên geşepêdanê ne ji bo ku hinekan ji me xwestibû, ji bo ku gelê me laqik bû me ew parastin û xistin heyatê. Ji îro pê ve jî ji bo gelê me tiştê pêwist çibe em ê bikin. Yên ku dersa heq, hiqûq û mafên însanî didin me bila li eybên xwe binerin.'

    Bi heman mijarî:

    Şêwirmendê Barzanî: ‘Rûsya ji bo Kurdistanê gelekî girîng e'
    Rûsya û Amerîka: ‘Sedema pirsgirêka Qerebaxê aktorên derveyî ne!'
    Rûsya: 'Em Enqereyê sûcdar nakin'
    Kremlîn: ‘Ji bo pêşeroja Esad, Rûsya û Amerîkayê li hev nekiriye'
    Kurdên Rojavayê hêvî dikin ku Rûsya alîkariya wan bike
    Etîketan:
    Rayedarê Mafên Însanî yê Wezareta Derve ya Rûsyayê, Yekîtiya Ewropayê (YE), Serokomariya Tirkiyeyê, Konstantîn Dolgov, Recep Tayyip Erdoğan, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de