10:32 23 Çile 2018
Zindî
    Amadehiya Olîmpiyadên Havînê yên Rio de Janerio

    Unîformayên werzîşvanên rûsî yên Rioyê diyar bûn

    © AFP 2018/ CHRISTOPHE SIMON
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Kişandina wêneyan, unîformayên werzîşvanên jinên rûsî yên ku wê tev li Olîmpiyadên Havînê li bajarê Rio de Janeiroya Brezîlyayê bibin diyar bû.

    Navenda Nûçeyan — Kişandina wêneyan, unîformayên werzîşvanên jinên rûsî yên ku wê tev li Olîmpiyadên Havînê li bajarê Rio de Janeiroya Brezîlyayê bibin diyar bû. Her wiha rengê unîformayan jî derket holê.

    Şampiyona olîmpiyadê ya beşa patinaja artîstîkê Tatyana Navka û Svetlana Horkina ku du caran li ser hev bûye şampiyona jîmnastîka artîstîkê unîformayên nû yên tîma milî ya Rûsyayê dane pêşandan.

    Ji aliyê din ve Tatyana Navka di hisabê xwe yê Instagramê de unîformayên nû par ve kir.

    Unîformayên berê yên tîma milî ya Rûsyayê wiha bûn.

    Şampiyona jîmnastîka rîtmîk û parlamentera Dûmayê Alîna Kabayeva di Olîmpiyadên Soçiyê de meşaleke bilind kiribû
    © Sputnik/ KONSTANTIN CHALABOV
    Şampiyona jîmnastîka rîtmîk û parlamentera Dûmayê Alîna Kabayeva di Olîmpiyadên Soçiyê de meşaleke bilind kiribû

    Olîmpiyadên Havînê li Brezîlyayê di navbera 5 û 21ê Tebaxê de dê werin çêkirin. Çalakiyên sereke yên olîmpiyadê di serî de Rio de Janerio, Brasilia û Sao Paulo jî di nav de wê li çar bajarên were kirin.

    Di vê navberê de ev cara yekemîn e ku li Başûrê Amerîkayê werzîşa olîmpiyadan tê kirin. Wezîrê Werzîş yê Brezîlyayê George Hilton beriya olîmpiyadan bi 5 mehan îstîfa kiribû.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: 'Em Enqereyê sûcdar nakin'
    Kremlîn: ‘Ji bo pêşeroja Esad, Rûsya û Amerîkayê li hev nekiriye'
    Kurdên Rojavayê hêvî dikin ku Rûsya alîkariya wan bike
    Rûsya: ‘Ji bo azadkirina Reqqayê em bi Amerîkayê hevdîtinan dikin'
    Di navbera Rûsya û Amerîkayê gengeşiya ‘atomî'
    Etîketan:
    Olîmpiyadên Brezîlyayê, Olîmpiyadên Havînê, Rio de Janerio, Brezîlya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de