01:54 21 Çile 2018
Zindî
    Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn

    Kremlîn: 'Armanca belgeyên Panamayê hedef girtina Pûtîn e'

    © Sputnik/ Aleksey Drujinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku armanca parvekirina belgeyên ku şirketa hiqûqî ya Mossack Fonsecayê par ve kirine hedef girtina Pûtîn e.

    Moskova — Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku armanca parvekirina belgeyên ku şirketa hiqûqî ya Mossack Fonsecayê par ve kirine hedef girtina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn e.

    Armanca wan bêîstîqrarkirina Rûsyayê ye

    Dmitriy Peskov di axaftina xwe de got: ‘Her çikas di van belgeyan de navê hinek serokên din derbas bibe jî armanc hedef girtina Rûsya û Pûtîn e. Bi van belgeyan dixwazin bandorê li hilbijartinên bikin û Rûsyayê bêîstîqrar bixin.'

    Tiştan ji ber xwe çêdikin

    Peskov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Li welatên biyanî fobiya Pûtîn gihîştiye asteka wiha ku qet tiştekî baş derheqê Rûsyayê nabêjin û par ve nakin. Gotina tiştê xerab ji bo wan bûye tiştekî ji rêzê. Lewra dema tiştêkî ku bibêjin nebinin, li hev tînin.'

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: ‘Ji bo pêşeroja Esad, Rûsya û Amerîkayê li hev nekiriye'
    Kremlîn: ‘Em Savçenko bi girtiyên rûsî yên Amerîkayê re taqas nakin'
    Kremlîn jî tev li kampanyaya ‘guherandina avhewayê' dibe
    Kremlîn: ‘Nêzî hezar leşkerên me wê li Sûriyeyê bimînin'
    Kremlîn: ‘Bila mijara sporê nebe mijara siyasetê'
    Etîketan:
    Belgeyên Panamayê, Ofîsa Ragihandina Kremlînê, Vladimîr Pûtîn, Dmitriy Peskov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de