16:49 22 Çile 2018
Zindî
    Sergey Lavrov

    Rûsya: 'Em Enqereyê sûcdar nakin'

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov banga agirbestê li Azerbeycan û Ermenîstanê kir û ragihand ku em ji bo şerê navbera her du welatan em Enqereyê sûcdar nakin.

    Sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê
    © REUTERS/ Vahram Baghdasaryan/Photolure
    Moskova — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina Wezîrê Derve yê Moldovayê Andrey Galbur banga agirbestê li Azerbeycan û Ermenîstanê kir û ragihand ku em ji bo şerê navbera her du welatan Enqereyê sûcdar nakin.

    Sergey Lavrov di axaftina xwe de got: ‘Em hêvî dikin banga me ya aştiyê li Baku û Erîvanê were bihîstin. Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu bi her du wezîrên hemkarên xwe re kete pêwendiyan. Me metirsiya xwe û banga Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ya agirbestê gihande wan. Em hêvî dikin ev banga me bihîstibin. Lewra em dizanin pirsgirêka Qerebaxê bi çareyên leşkerî encam nade.'

    Em hêzên derve sûcdar nakin

    Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Ji bo gengeşiya navbera Azerbeycan û Ermenîstanê Enqere jî di nav de, em tu hêzên derve sûcdar nakin. Em dikarin bêjin hinek kes ji bo pirsgirêka çareseriya Qerebaxê hewldanan dikin. Lê Enqere jî di nav de, em tu aktoren biyanî di vê mijarê de sûcdar nakin.'

    Bi heman mijarî:

    Ermenîstan: Di şerê Qerebaxê de tiliya tirkan heye!
    Li sînorê Azerbeycan û Ermenîstanê şer: Herî kêm 10 kuştî
    Di sînorê Azerbeycan û Ermenistanê de pevçûn: 10 leşker hatin kuştin
    3 leşkerên artêşa Azerbeycanê hatin kuştin
    Leşkerekî kurd di êrişa Azerbeycanê de hat kuştin
    Etîketan:
    Pirsgirêka Qerebaxê, Şerê navbera artêşa Ermenîstan û Azerbeycanê, Wezareta Parastin a Rûsyayê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Andrey Galbur, Sergey Şoygu, Sergey Lavrov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de