16:50 22 Gulan 2018
    Îsrael Şamîr

    Pisporê rûsî: ‘Erdogan peyama aştiyê da Rûsyayê'

    © Foto : facebook
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Pisporê Rojhilata Navîn û rojnamevanê rûsî Îsrael Şamîr ragihand ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan peyama aştiyê da Rûsyayê, divê Moskova û Enqere li ser masa aştiyê rûnên.

    Moskova — Pisporê Rojhilata Navîn û rojnamevanê rûsî Îsrael Şamîr di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de ragihand ku Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan peyama aştiyê da Rûsyayê, divê Moskova û Enqere li ser masa aştiyê rûnên.

    Tirkiyeyê gaveke erênî avêt

    Îsraîl Şamîr di axaftina xwe de got: ‘Ez gelekî dixwazim her du dewletên cîran dest bi diyaloxê bikin û li maseya aştiyê rûnên û hêvî dikim wê ev çêbibe. Niha em bûyerên dawî bînin ber çavên xwe. Erdogan li Washîngtonê behsa têkiliyan kir, ya rastî di axaftina xwe peyam şand û piştî wê kujerê pîlotê rûsî Alparslan Çelik hat girtin. Ev pêşveçûnên baş in. Li gorî min Tirkiye ji bo ku diyaloxê bide dest pêkirin gaveke baş avêt.'

    Bersiva çima Tirkiye lêborînê naxwaze li Enqereyê ye

    Pisporê rûsî di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Rûsya li hemberî vê gavavêtina Tirkiyeyê dikare çi bike? Em niha nikarin tiştekî zelal bêjin, le dibe hinek hevdîtin werin kirin. Ez nizanim bê çima Tirkiye lêborînê naxwaze, divê em vê pirse ji Enqereyê bipirsin. Dîsa jî divê em tenê xwe bi lêborîn xwestinê ve girênedin. Ya herî girîng gav avêtin û xwestin e. Tirkiye di van rojên dawî ev kir. Hevî dikin ku her tişt serast bibe.'

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: ‘Ji bo pêşeroja Esad, Rûsya û Amerîkayê li hev nekiriye'
    Kurdên Rojavayê hêvî dikin ku Rûsya alîkariya wan bike
    Rûsya: ‘Ji bo azadkirina Reqqayê em bi Amerîkayê hevdîtinan dikin'
    Di navbera Rûsya û Amerîkayê gengeşiya ‘atomî'
    Rûsya: '50 terorîst ji Tirkiyayê derbasî Helebê bûn'
    Etîketan:
    Têkiliyên Rûsya û Tirkiyeyê, Pisporê Rojhilata Navîn û rojnamevanê rûsî, Îsrael Şamîr, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de