01:50 21 Çile 2018
Zindî
    PYD û Rûsya

    Kurdên Rojavayê hêvî dikin ku Rûsya alîkariya wan bike

    © Foto: Spûnîk
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Nûnerê Kurdistana Sûriyeyê Rodî Osman li Moskovayê got ku sedemê beşdarnebûna wan bo Cenevreyê, Erdogan û hikûmeta wî bû ku li dijî beşdarbûna yek ji mezintirîn etnîsîteyên Sûriyeyê derdikeve.

    Moskow — Kurd hêvî dikin ku Rûsya dê alîkariya wan bike ku bikarin li gel vetoya Tirkiyeyê beşdarî Cenevreyê bibin. Li gorî Rodî Osmanî, Erdogan û hikûmeta wî sedem bûn ku kurd nikarin beşdarî gufûgoyên aştiyê yên Sûriyeyê bibin.

    Rodî Osman dibêje: "Wisa diyar e ku civaka navdewletî nikare meseleya beşdarnebûna kurdan û hêzên din ên demokratîk çareser bike, lewra em hêvî dikin ku Rûsya bikare vê kêşeyê çareser bike".

    Tê pêşbînkirin ku hevdîtinên bê, dê di 11ê nîsanê de pêk werin.

    Hevdîtinên dawî yên Cenevreyê yên di navbera hikûmeta Sûriyeyê û hêzên dijber de yên dawî, 14ê adarê dest pê kir û di 24ê heman mehê de bi dawî bûn.

    Beşdarên pêvajoya çareseriya Sûriyeyê, ku Rûsya jî tê de, çend caran gotiye ku ihtimala serkeftina hevdîtin û gufûgoyên çareseriya Sûriyeyê tine, eger kurd beşdarî Cenevreyê nebin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Ji bo azadkirina Reqqayê em bi Amerîkayê hevdîtinan dikin'
    Di navbera Rûsya û Amerîkayê gengeşiya ‘atomî'
    Rûsya derbeyek li polîtîkaya enerjiyê ya Tirkiyeyê da
    Rûsya: ‘Esad baştirîn dostê Ewrupayê bû, ne yê me!
    Etîketan:
    kurd, cenevre, Rodî Osmanî, Sûriye, Rojava, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de