12:29 27 Gulan 2018
Reqqa

Rûsya: ‘Ji bo azadkirina Reqqayê em bi Amerîkayê hevdîtinan dikin'

© AFP 2018 / Raqa Media Center
Rûsya
Lînkê kurt
0 01

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov ragihand ku ji bo azadkirina bajarê Reqqayê ku wekî kelha DAIŞê tê zanîn em bi Amerîkayê re hevdîtinan dikin.

Moskova — Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Oleg Siromolotov ragihand ku ji bo azadkirina bajarê Reqqayê ku wekî kelha DAIŞê tê zanîn em bi Amerîkayê re hevdîtinên hevkariya leşkerî dikin.

Amerîka hêdî hêdî fêhm dike

Oleg Siromolotov got:' Piştî ku me hêzeke xwe ya leşkerî ji Sûriyeyê vekişand, niha em bi Pentagonê re ji bo azadkirina bajarê Reqqayê ku wekî navend û kelha rêxistina terorîst a DAIŞê tê zanîn, di warê şênber de hevdîtinan dikin.

Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Êdî hêdî hêdî Washîngton jî fêhm dike ku tenê parvekirina agahiyan têrê nake, di tekoşîna dijî terorîzmê de divê hevkariyeke xurt were sazkirin.'

Bi heman mijarî:

Di navbera Rûsya û Amerîkayê gengeşiya ‘atomî'
Rûsya: '50 terorîst ji Tirkiyayê derbasî Helebê bûn'
Rûsya derbeyek li polîtîkaya enerjiyê ya Tirkiyeyê da
Rûsya: ‘Esad baştirîn dostê Ewrupayê bû, ne yê me!
Etîketan:
Azadkirina bajarê Reqqayê, Rêvebiriya Washîngtonê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, DAIŞ, Oleg Siromolotov, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de