01:14 23 Çile 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Amerîka piştgiriya kampanyaya reşkirina Pûtîn dike

    © Sputnik/ Aleksey Drujinin
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Dîrektorê Navenda Polîtîkayên Rojane yê Rûsyayê Andrey Tatarînov ragihand ku Amerîka piştgiriya kampanyaya reşkirina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dike.

    Moskova — Dîrektorê Navenda Polîtîkayên Rojane yê Rûsyayê Andrey Tatarînov bi çapemeniya Rûsyayê re axivî û ragihand ku Amerîka piştgiriya kampanyaya reşkirina Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dike.

    Her wiha Berdevkê Ofîsa Ragihandina Kremlînê Dmitriy Peskov jî du roj berê gotibû, wê hinek saziyên çapemeniyê li hemberî Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dest bi kampanyaya enformasyonê bikin.

    Andrey Tatarînov di axaftina xwe de got: ‘Kampanyaya reşkirinê Konsorsiyoma Lêkolînera Rojnamevanên Navneteweyî amade dike. Ev konsorsiyom rasterast şaxa Weqfa McArthura Wezareta Derve ya Amerîkayê ve girêdayî ye.'

    Sedema kampanyayê, Rola Rûsya ya cihanê ye

    Serokê Weqfa Enstîtuya Lêkolînên Siyasî û Ekonomîk a Rûsyayê Dmitriy Badovskiy jî got: ‘Sedema ku li hemberî Pûtîn kampanyaya reşkirinê tê kirin, rola Rûsyayê ya cihanê ye. Piştî serkeftina leşkerî û siyasî ya Rûsyayê li Sûriyeyê, otoriteya wê li cihanê zêde bû.'

    Weqfa McArthur û Soros jî di nava kampanyayê de ne

    Dmitriy Badovskiy di berdewamiya axaftina xwe de got:' Di nava Konsorsiyoma Lêkolînera Rojnamevanên Navenetweyî de ku kampanyaya reşkirinê dikin weqfa McArthur û Soros jî hene. Jixwe her kes dizane helwesta van weqfan li hemberî Rûsyayê.'

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: ‘Em Savçenko bi girtiyên rûsî yên Amerîkayê re taqas nakin'
    Kremlîn jî tev li kampanyaya ‘guherandina avhewayê' dibe
    Kremlîn: ‘Nêzî hezar leşkerên me wê li Sûriyeyê bimînin'
    Kremlîn: ‘Bila mijara sporê nebe mijara siyasetê'
    Kremlîn: ‘Em Snowden îadeyî Amerîkayê nakin'
    Etîketan:
    Soros, McArthur, Dmitriy Badovskiy, Andrey Tatarînov, Vladimîr Pûtîn, Dmitriy Peskov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de