22:33 27 Gulan 2018
DAIŞ

Li Moskovayê 20 terorîstên DAIŞê hatin binçavkirin

© Foto : LiveLeak
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li Moskovaya paytextê Rûsyayê, 20 kesên ku jî rêxîstîna terorîst a DAIŞê rê milîtan berhev dikirin hatin binçavkirin.

Moskova — Hat ragihandin ku li Moskovaya paytextê Rûsyayê, 20 kesên ku jî rêxîstîna terorîst a DAIŞê rê milîtan berhev dikirin hatin binçavkirin.

Li gorî nûçeya ajansa RIA Novostiyê ku dispêrê çavkaniyekî ewlehiyê, bi operasyona hevpar a Dezgehê Ewlehî ya Federal a Rûsyayê (FSB) û polêsan 20 kesên ku ji bo rêxistina terorîst a DAIŞê milîtan berhev dikirin hatin binçavkirin.

Her wiha li gorî agahiyên ku çavkanî dane, ev 20 kes berpirsên rêxistina terorîstin û ji bo DAIŞê hewl dan û fealiyet dikirin.

Ajansa RIA Novostiyê ragihand ku ev agahiyên çavkanî hê ji terefê rayedarên fermî ve nehatiye piştrastkirin.

Li ser terorîstên DAIŞê belgeyên tirkî derketin

Ji aliyê din ve çavkaniyekî Wezareta Navxweyî ya Rûsyayê di axaftina xwe ya televîzyona Rus Zvezdayê de ragihand û di operasyonê de hejmara kesên girtî wekî 18 nîşanda.

Her wiha çavkanî di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Di dema operasyonê de gelek belgeyên sexte, printer, scanner, belgeyên sexte yên ajotina wesayîtan hatin desteserkirin.

 

Bi heman mijarî:

Jetên rûsî li Palmîrayê li 8 fermangehên DAIŞ xist
DAIŞ, zarokên ku direvîne wekî milîtan bi kar tîne
DAIŞ bi darê zorê zarokan dike ‘terorist'
Rûsya: ‘DAIŞ amadehiyan dike ku êrişî Qamişloyê bike’
DAIŞ ji bajarê stratejîk ê Iraqê vekişiya
Etîketan:
DAIŞ, Dezgehê Ewlehî a Federal ya Rûsyayê (FSB), Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de