10:54 26 Gulan 2018
Daxistan

Li Daxistanê di nava 24 saetan de êrişa duyemîn

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Li herêma Daxistana Rûsyayê di nava 24 saetan de li hemberî hêzên ewlehî êrişa duyemîn pêk hat. Di encama êrişê de polêsek hat kuştin û 1 jî birîndar bû.

Daxistan — Li herêma Daxistana Rûsyayê di nava 24 saetan de li hemberî hêzên ewlehî êrişa duyemîn pêk hat. Di encama êrişa wesayîta bomkirî ya li dijî nuqteya polêsan de polêsek hat kuştin û 1 jî birîndar bû.

Berpirsê polêsên Daxistanê Fatina Ubaidatova di axaftina xwe ya televîzyona Russia Tdoayê (RT) de ragihand, wesayîta bi guman ku polêsan dixwest bisekinîne piştî çend metroyan teqîya û di encama teqînê de polêsek hat kuştin.

​Fatina Ubaidatova di berdewamiya axaftina xwe de got:' Nasnameya êrişkarên ku bi wesayîta bombekirî êrişa xwekujî pêk anîn hê nehatiye zelalkirin.' Ji aliyê din ve rayedarên daxistanî di daxuyaniyên xwe ji bo medyaya Rûsyayê de ragihand ku êrişa wesayîta xwekujî li gundê Sirtiça Daxistanê rasterast li dijî nuqteya polêsan pêk hat.

Di vê navberê de ev êrişa xwekujî ya bi wesayîtê di nava 24 saetan de êrişa duyemîn e. Her wiha li herêmê duhî jî li dijî nuqteya polêsan êrişeke xwekujî pêk hatibû û di êrişê de polêsekî jiyana xwe ji dest dabû, ew êrişa xwekujî ya duhî rêxistina terorîst a DAIŞê girtibû ser xwe.

 

Bi heman mijarî:

Êrişa bombeyi ya Daxistanê DAIŞê girte ser xwe
Li Daxistanê di nuqteya polêsan de teqîn: 2 kuştî
Êrişa Daxistanê ya çekdarî DAIŞê girt ser xwe
Li Daxistanê êrişî geştyaran kirin: 1 kuştî û 10 birîndar
Etîketan:
Êrişa xwekujî ya Daxistanê, Russiya Today (RT), DAIŞ, Fatina Ubaidatova, Daxistan, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de