06:21 24 Çile 2018
Zindî
    Êrişa Daxistanê

    Êrişa bombeyi ya Daxistanê DAIŞê girte ser xwe

    © Sputnik/ NewsTeam
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, êrişa duhî ku li herêma Daxistana Rûsyayê pêk hatibû û di encamê de polêsek hatibû kuştin rêxistina terorîst a DAIŞê girte ser xwe.

    Daxistan — Li gorî nûçeya ajansa Reutersê, êrişa duhî ku li herêma Daxistana Rûsyayê pêk hatibû û di encamê de polêsekî rêvebiriya Daxistanê hatibû kuştin, rêxistina terorîst a DAIŞê girte ser xwe.

    Berpirsekî polêsê Daxistanê Fatina Ubaidatova di hevpeyvîna ajansa Reutersê de got: 'Li Daxistanê bi cûreyî teqemenî ku me hê kifş nekiriye êrişî 2 wesayîtên polêsan kirin.'

    Her wiha ajansa nûçeyan a The Amaqa ku nêzî rêxistina terorîst a DAIŞê ye daxuyaniyeke ku grûbeke bi DAIŞê ve girêdayî êriş pêk anîye belav kir. Di daxuyaniyê de hat îdiakirin ku di êrişê de 10 polês hatine kuştin.

    Lewra li gorî ajansên nûçeyan ên Rûsyayê di êrişê de polêsek hat kuştin.

    Rêxistina terorîst a DAIŞê di meha Sibatê de jî li Daxistanê êrişî nuqteya kontrole ya polêsan kiribû û di encama êrişê de 2 polêsan jiyana xwe ji dest dan.

    Bi heman mijarî:

    Li Daxistanê di nuqteya polêsan de teqîn: 2 kuştî
    Êrişa Daxistanê ya çekdarî DAIŞê girt ser xwe
    Li Daxistanê êrişî geştyaran kirin: 1 kuştî û 10 birîndar
    Rûsya: '50 terorîst ji Tirkiyayê derbasî Helebê bûn'
    Rûsya derbeyek li polîtîkaya enerjiyê ya Tirkiyeyê da
    Etîketan:
    Ajansa Reutersê, Êrişa xwekujî ya Daxistanê, DAIŞ, Fatina Ubaidatova, Daxistan, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de