03:04 26 Gulan 2018
Balafira rûsî

Li Rûsyayê balafira Su-25 ket

© Sputnik . Dmitriy Vinogradov
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Li Rûsyayê balafira S-25 a şerî ku ji bo perwerdehiyê difiriya li herêma Primorskiyê li qada jiyangehê ket. Hat ragihandin ku di qezayê kesî kuştî û birîndar tuneye.

Moskova - Li Rûsyayê balafira S-25 a şerî ku ji bo perwerdehiyê difiriya li herêma Primorskiyê li qada jiyangehê ket. Hat ragihandin ku di qezayê kesî kuştî û birîndar tuneye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafira Su-25 ku firîna perwerdehî dikir li herêma Primorskiye ket, lê tu kuştî an jî birîndar tunene, pîlotê balafirê jî xwe bi pereşutê xelaskirye û rewşa tendirûstiya wî baş e.

Li gorî pêşbîniyan ketina balafira Su-25ê ji sedemeke teknîkî ya motorê pêk hatiye.

Ji aliyê din ve li gorî nûçeyên medyaya Rûsyayê ku dispêrê çavkaniyekî leşkerî, balafir li qadeke jiyangehê ku gelek avahî hene ketiye û bûye sedema zirara aborî.

Her wiha li gorî şahidên bûyerê ku ragihandin, qada ku balafir lê ketiye duxana reş bilindbûye.

 

 

Bi heman mijarî:

Li Bangladeşê balafir ket: 3 mirî 1 birîndar!
Dewleta Îtalyayê 8 balafir û leşkeran dişine Herêma Kurdistanê
Balafir ket otobanê
Pûtîn hedefa nû diyar kir: 'Bila balafir bifirin her derê'
Zaxarova: Hê em nizanin kê balafir xistiye
Etîketan:
Ketina balafira Su-25ê, Ajansa TASSê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de