05:35 12 Kanûn 2017
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Pûtîn: ‘Li Kirimê mîsyoneke me dîrokî heye'

    © Sputnik/ Рамиль Ситдиков
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di civîneke çêkirina pira Tengava Kerçê ku Kirim û Rûsyayê bi hev ve girêdide de got, ev mîsyoneke dîrokî ye.

    Navenda Nûçeyan — Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn di çarçoveya civîna çêkirina pira Tengava Kerçê ku Kirim û Rûsyayê bi hev ve girêdide de axivî û got, ev mîsyoneke dîrokî ye.

    ​Vladimîr Pûtîn di axaftina xwe de got: ‘Çêkirina pira ser Tengava Kerçê hê di sala 1910an de Çarê 2yemîn Nîkolay dixwest çêbike, lê ji bo şerê cihanê yê yekemîn derfet çênebû.

    Bavpîrên me girîngiya vê pire dizanîbûn

    Serokê Rûsyayê di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Di sala 1930î de dîsa endezyarê Sovyetê dixwestin li ser vê Tengava Kerçê rêya hesinî çêbikin, lê dîsa Şerê Welat ê Mezin bû asteng.'

    Pûtîn di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Bavpîrên me baş fêhm kiribûn ji bo çêkirina pireke navbera Kirim û Qafqasyayê, lewma dixwestin vê projeyê pêk bînin. Ji bo vê em jî niha em ê vê misyona dîrokî bi cih bînin.'

    Ji aliyê din ve girîngiyeke serdana Serokê Rûsyayê îro ji bo Kirime heye. Peymana ku Kirim bi referandumê bi Rûsyayê ve hat girêdan du sal berê wekî îro di 18ê Adarê de hatibû îmzekirin.

     

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn: ‘Dibe her kêlî dîsa em vegerin Sûriyeyê'
    Rivlin, dê gerentiya Sûriyeyê ji Pûtîn bixwaze
    Pûtîn: ‘Em şîn bi gelên Tirkiyayê re digrin'
    Pûtîn: ‘Teknolojiya çek a rûsî, li Sûriyeyê ezmûneke baş da'
    Pûtîn, guhdariya xebatên hevpar ên bi Tirkiyeyê re, li dijî terorê kir
    Etîketan:
    Serokatiya Dewleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Kirim, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de