14:55 27 Gulan 2018
Dmitriy Peskov

Rûsya: ‘Kirim ne mijara nîqaşê ye'

© Sputnik / Natalia Seliverstova
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê Ofîsa Ragihandinê ya Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku mijara Kirimê em bi tu kesî re nîqaş nakin.

Moskova — Berdevkê Ofîsa Ragihandinê ya Kremlînê Dmitriy Peskov di civîna çapemenî de diyar kir ku mijara Kirimê em bi tu kesî re nîqaş nakin.

Dmitriy Peskov di axaftina xwe de got: ‘Kirim, herêmeke ku bi Federasyona Rûsyayê ve girêdayî ye. Ji bo vê heta niha Rûsyayê nîqaşa herêmên xwe nekiriye û dê neke jî. Divê herkes rêzê li biryara kirimiyan ku du sal berê dabû bigre. Kirim ne mijara nîqaşê ye û dê di tu mizakereyan de nebe mijara nîqaşê.'

Her wiha Dmitriy Peskov ev daxuyanî, piştî banga Mogherini da.

Kremlîn
© Sputnik / Владимир Песня
Mogherini banga tevlîbûna mûeyîdeyên dijî Kirimê kiribû

Nûnera Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federica Mogherini bang li hemû endamên Neteweyên Yekbûyî kiribû ku divê hemû dewlet tev li mûeyîdeyên dijî Rûsyayê bibin.

Ev banga Mogherini, berî salvegera duyemîn ku Kirim tev li Rûsyayê bibû bi rojekê kiribû.

Bi heman mijarî:

Peskov: ‘Buhayê petrolê li me tenê tesîr nekiriye'
Kremlîn jî tev li kampanyaya ‘guherandina avhewayê' dibe
Kremlîn: ‘Nêzî hezar leşkerên me wê li Sûriyeyê bimînin'
Kremlîn: ‘Bila mijara sporê nebe mijara siyasetê'
Kremlîn: ‘Em Snowden îadeyî Amerîkayê nakin'
Etîketan:
Nûnera Têkiliyên Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Berdevkê Ofîsa Ragihandinê ya Kremlînê, Federica Mogherini, Dmitriy Peskov, Kremlîn, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de