22:55 12 Kanûn 2017
Zindî
    Sergey Markov

    Markov: ‘Rûsya, Ewropayê ji terorîzmê diparêze'

    © Sputnik/ Vladimir Trefilov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Midurê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya Rûsyayê Sergey Markov ragihand ku Rûsya, ne tenê Sûriyeyê, Ewropayê jî ji terorîzmê diparêze.

    Moskova — Midurê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya Rûsyayê Sergey Markov nêrînên xwe ji ajansa Spûtnîkê re parve kir û ragihand ku Rûsya, ne tenê Sûriyeyê, Ewropayê jî ji terorîzmê diparêze.

    Sûriye bi piştigiriya Rûsyayê tekoşînê didomîne

    Sergey Markov di axaftina xwe de got: ‘Li Sûriyeyê bi saya operasyonên Rûsyayê yên dijî terorîzmê tekoşînek girÎng hat dayîn. Bi biryara Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn artêşa me ji wir vekişiya, lê ev nayê vê wateyê ku me tekoşîna xwe ya dijî terorîzmê nîvco hiştiye. Li Sûriyeyê armanca hebûna me ya leşkerî ji bo tekoşîna dijî terorîzmê bû û îro jî artêşa Sûriyeyê vê tekoşînê bi piştgiriya Rûsyayê dimeşîne. Armanc Rûsyayê ne tenê Sûriyeye, dixwaze Ewropayê jî ji terorîzmê biparêze.'

    Pûtîn xwedanê soza xwe ye

    Markov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Biryara vekişandina hêza Rûsyayê ji Sûriyeyê ne tiştekî balkêş e. Di nava terorîstan de kesê ku ji Rûsya û Yekîtiya Sovyetê jî çûne hene. Kesî ji Serokê Rûsyayê bawer nekir, bê çawa operasyon da dest pê kirin, niha jî fermana vekişandina hêza Rûsyayê kir, ew xwedanê soza xwe ye û divê em jê bawer bikin, divê strateji û taktîka wî baş were şopandin. Her wiha artêşa Rûsyayê li Sûriyeyê di tekoşîna dijî terorîzmê de hebûna xwe îspat kir.'

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: "Em li zulma ku tirk li kurdan dikin, lêkolînan dikin"
    Mixalifê sûriyeyî: ‘Rûsya bi vekişandina leşkerên xwe piştgirî da çareseriya siyasî'
    Rûsya: El Nûsrayê 30 kesî revandin
    Rûsya: ‘Di nava du an jî sê rojan de hêzên me yên sereke dê ji Sûriyeyê vekişin'
    Amerîka: ‘Hetanî ku Rûsya di Kirimê de be wê mûeyîde bidomin'
    Etîketan:
    DAIŞ, Hikumeta Sûriyeyê, Artêşa Rûsyayê, Midurê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî ya Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Sergey Markov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de