13:04 17 Kanûn 2017
Zindî
    Kremlîn

    Kremlîn jî tev li kampanyaya ‘guherandina avhewayê' dibe

    © Sputnik/ Владимир Песня
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 01

    Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî ya Cihanê (WWF) ji bo balê bikşîne ser guherandina avhewayê, li seranserê cihanê di çarçoveya Saeta Cihanê (Earth Hour) kampanyayek dest pê kir.

    Moskova — Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî ya Cihanê (WWF) ji bo balê bikşîne ser guherandina avhewayê, li seranserê cihanê di çarçoveya Saeta Cihanê (Earth Hour) kampanyayek dest pê kir. Her wiha di çarçoveya vê kampanyayê de Qesra Kremlînê ku wekî avahiya fermî ya Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn tê zanîn, biryar da ku saetekê lembeyên xwe vemirîne.

    Li gorî daxuyaniya Kremlînê ku ragihand, hemû lembeyên derveyê Qesra Kremlînê roja şemiyê bi saeta Moskovayê 20.30 û 21.30an de bi biryara Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê werin vemirandin.

    ​Li gorî daxuyaniyê, Katedrala Ezîz Vasiliya Moskovayê, avahiya GUM a dan û standinê, avahiyên hikumetê jî di nav de nêzî 900 tesîs û avahî wê tev li kampanyayê bibin.

    Dewleta Rûsyayê ji sala 2008an ve tev lî vê kampanyayê dibe, her wiha Vladimîr Pûtîn jî di sala 2013an de biryar da ku Qesra Kremlînê jî tev li bibe.

    Bi heman mijarî:

    Kremlîn: ‘Nêzî hezar leşkerên me wê li Sûriyeyê bimînin'
    Kremlîn: ‘Bila mijara sporê nebe mijara siyasetê'
    Kremlîn: ‘Em Snowden îadeyî Amerîkayê nakin'
    Kremlîn: ‘Ne rast e ku behsa şerê Rûsya û Tirkiyeyê were kirin'
    Kremlîn: ‘Tawanên Erdogan hem şaş û hem jî bê wate ne'
    Etîketan:
    Qesra Kremlînê, Katedrala Ezîz Vasiliya Moskovayê, Weqfa Parastina Jiyana Xwezayî ya Cihanê (WWF), Vladimîr Pûtîn, Kremlîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de