05:23 12 Kanûn 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: "Em li zulma ku tirk li kurdan dikin, lêkolînan dikin"

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 22

    Berdevka wezareta derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku, ew ê wan raportên rojnamevanan li ser zulma Tirkiyeyê li kurdan kiriye, bixwînin.

    Moskow — Mariya Zaxarova di konferanseke çapemeniyê de got: "Me agahiyên berfireh ji televizyona RTyê xwestin, wan jî duh pêşkêşî me kirin, dikarim bibêjim ku êdî hayê wezîrî jê heye, pisporên me dê agahiyan analîz bikin û em ê nirxandina xwe bi we re parve bikin".

    Herwiha wek tê zanîn ku kanala RTê daxwaznameyek belav kiribû ku tê de ji civaka navdewletî xwestibû, ku lêkolînê li kuştina sivîlên kurd li ji aliyê ewlekariya Tirkiyeyê ve were kirin.

    Ekîba kanalê raportek derbarê rewşa bajarê kurdan de amade kiribû û ew raport pêşkêşî rêxistinên mafên mirovan kiribû. "Human rights Watch", rêxistina efûya navneteweyî û Komsiyona navdewletî ya Xaça Sor di wan rêxistinan de ne ku raport gihiştiye wan.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: El Nûsrayê 30 kesî revandin
    Rûsya: ‘Di nava du an jî sê rojan de hêzên me yên sereke dê ji Sûriyeyê vekişin'
    Amerîka: ‘Hetanî ku Rûsya di Kirimê de be wê mûeyîde bidomin'
    Rûsya: ‘Vekişandina me ji Sûriyeyê Esad qels nake'
    YPGê Rûsya û Amerîkayê agahdar kir
    Etîketan:
    Tirk, kurd, zilm, RT, Mariya Zaxarova, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de