01:02 19 Tebax 2017
Zindî
    Market

    Ji Rûsyayê bo Tirkiyeyê qedexeyên nû

    © Sputnik/ Alexey Malgavko
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 62310

    Ajansa vênerîn a berhemên çandinî ya Rosselhoznadzora Rûsyayê qedexeyên nû anî ser berhemên çandinî yên Tirkiyeyê û ragihand ku ji sibê pê ve em ê îxraca bîber û hinaran rawestînin.

    Mosakova — Ajansa vênerîn a berhemên çandinî ya Rosselhoznadzora Rûsyayê qedexeyên nû anî ser berhemên çandinî yên Tirkiyeyê û ragihand ku ji sibê pê ve em ê îxraca bîber û hinaran ji Tirkiyeyê rawestînin.

    Ajansa Rosselhoznadzorê di daxuyaniya xwe de ragihand ku sedema biryara vê qedexeyê ji bo ku berhemên ji Tirkiyeyê bo Rûsyayê dihatin ne bi awayê sistematik û li gorî şert û mercên tendirustî dihatin şandin. Ji bo vê em bi awayekî demkî îxraca bîber û hinaran didin rawestandin.

    Berê berpirsên Rosselhoznadzorê ji bo berhemên ku ne di şert û mercên tendirustî de tên şandin rayedarên Tirkiyeyê hişyar kiribûn û gotibûn heke ev wiha bidome, em ê îxraca hinek berheman bidin sekinandin.

    Dewleta Rûsyayê, piştî ku balafira wê ji terefê Tirkiyeyê ve li sînorê Sûriyeyê hatibû xistin, îxraca hinek berhemên çandinî dabû sekinandin.

     

    Bi heman mijarî:

    Grûba sêyemîn a balafirên Rûsyayê ji baregeha Hmeymîmê vegeriyan
    Îranê bo vekişîna Rûsyayê ji Sûriyeyê kêfxweşiya xwe ragihand
    Hêza Hewayî ya Rûsyayê di nava 5 mehan de li Sûriyeyê çi kir?
    Siûdî: ‘Biryara vekişîna Rûsyayê bandorê li me nake'
    Vegera Rûsyayê ji Sûriyeyê dest pê kir
    Etîketan:
    Dewleta Rûsyayê, Hikumeta Tirkiyeyê, Ajansa Rosselhoznadzorê, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de