22:16 17 Tebax 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: ‘Êrişên Tirkiyeyê yên dijî Rojava agirbestê sabote dike'

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3910

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku êrişên hawanî yên Tirkiyeyê li dijî Rojava peymana agirbesta Sûriyeyê sabote dike.

    Moskova — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Moskovayê di civîna çapemenî de ragihand ku êrişên hawanî yên Tirkiyeyê li dijî Rojava peymana agirbesta û pêvajoya siyasiya Sûriyeyê sabote dike.

    Sergey Lavrov di axaftina xwe de got: ‘Hikumeta Tirkiyeyê piştî teqîna Enqereyê êrişa xwekujî xiste stuyê kurdan û li dijî kurdên Sûriyeyê dest bi êrişa top û hawanan kir û dixwaze vê êrişê meşru bike.

    Divê civaka navnetweyî bi helwesteke tûj û zelal bertek nîşan bide

    Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Êrişên top û hawanan ên dewleta Tirkiyeyê li dijî Rojava peymana agirbestê û xebata pêvajoya siyasî ya navneteweyî dixe metirsiyê, ji bo vê divê civaka navneteweyî li hemberî van çalakiyên Tirkiyeyê bi helwesteke tûj û zelal bertek nîşan bide.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: ‘Heke daxwaziya gelê Sûriyeyê federalizm be, em ê piştgiriyê bidin'
    Lavrov: Artêşa Tirkiyeyê derbasî nav axa Rojava bû
    Lavrov: ‘Tirkiye beşdariya kurdan ya Cenevreyê asteng dike'
    Lavrov: ‘Divê mixalifên laîk û demokrat jî li Cenevreyê cih bigrin'
    Lavrov û Kerry: Divê hevdîtinên Cenevreyê werin dest pêkirin
    Etîketan:
    Hikumeta Tirkiyeyê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Sergey Lavrov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de