20:34 16 Tebax 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: ‘Vekişandina me ji Sûriyeyê Esad qels nake'

    © Sputnik/ Valery Melnikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 40 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ragihand ku vekişandina beşek artêşa rûsî ji Sûriyeyê Beşar Esad qels nake.

    Moskova — Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di radyoyê Govorit Moskva de pirs bersivandin û ragihand ku vekişandina beşek artêş û hêza hewayî ya Rûsyayê ji Sûriyeyê Beşar Esad qels nake.

    Mariya Zaxarova di axaftina xwe de got: ‘Dewleta Rûsyayê beşek ji artêş û heza hewayî ji Sûriyeyê vekişand û ev biryara vekişandinê wê Serokê Sûriyeyê Beşar Esad qels neke.'

    Berdevka wezaretê di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Hefteya pêşiya me Wêzîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry wê serdana Moskovayê bike û rojeva sereke ya serdana wî dê mijara Sûriyeyê be.'

    Piştî ku dewleta Rûsyayê beşek hêz û artêşa xwe ji Sûriyeyê vekişand, Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry daxwaz kiribû ku serdana Moskovayê bike û bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn re hevdîtinekê çêbike.

     

     

    Bi heman mijarî:

    YPGê Rûsya û Amerîkayê agahdar kir
    Şam: ‘Rûsya hemû hedefên xwe yên Sûriyeyê pêk anîn'
    Rûsya: ‘Li Sûriyeyê êrişa me ya ser DAIŞê wê bidome'
    Rûsya hêzên xwe ji Sûrîyayê dikişîne
    Wezareta Pêşmêrge: Em li bendê ne ku Rûsya alîkariyên xwe berdewam bike
    Etîketan:
    Wezareta Derve ya Amerîkayê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, John Kerry, Vladimîr Pûtîn, Beşar Esad, Mariya Zaxarova, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de