15:01 25 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Lavrov: Artêşa Tirkiyeyê derbasî nav axa Rojava bû

© Sputnik / Grigoriy Sisoev
Rûsya
Lînkê kurt
0 11

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di hevdîtineke ligel televizyona Ren a rûsî de, ragihand, ku artêşa Tirkiyeye çalakiyên xwe li ser sînorê Sûriyeyê berfirehtir dike.

Moskova — Sergey Lavrov got, ku Tirkiyê leşkerên xwe derbasî nav axa Sûriyê kirine û tekez kir, ku li ser wê yekê belgeyên pêwîst di destê Moskovayê de hene. Ew çalakiyên Tirkiyê li ser sînorê Sûriyê tê wateya ‘pêşveçûnên gav bi gav' di nav axa Sûriyê de.

Divê Neteweyên Yekbûyî guh nede daxwazên Tirkiyeyê

Lavrov di axaftina xwe ragihand ku pêwîst e Netewên Yekbûyî guh nede daxwazên Tirkiyeyê û li hember hin daxwazên Enqereyê xwe bi dest ve bernede.

Gerek kurd tev li hevdîtinên Cenevreyê bibin

Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Divê Neteweyên Yekbûyî derbarê daxwazên Partiya Yekîtiya Demokratîk guh nede nerazîbûnên Tirkiyeyê û PYD ji bo beşdariya hevdîtinên Cenevreyê vexwîne. Em ji NY daxwaz dikin ku li hemberî daxwazên Tirkiyê stuyê xwe xwar neke.'

Em amade ne bi Amerîka re Reqqayê kontrol bikin

Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Rûsya dixwaze di mijarên têkildarî Sûriyê û şerê li dijî DAIŞê de hevkariyek zêdetir bi Amerîkayê re bike û em amade ne bi wan re Reqqayê kontrol bikin.'

 

 

Bi heman mijarî:

Lavrov: ‘Tirkiye beşdariya kurdan ya Cenevreyê asteng dike'
Lavrov: ‘Divê mixalifên laîk û demokrat jî li Cenevreyê cih bigrin'
Lavrov û Kerry: Divê hevdîtinên Cenevreyê werin dest pêkirin
Lavrov: ‘Tecrîdkirina Rûsyayê, dibe sedema trajediyan'
Lavrov: ‘Terorîzma kîmyewî bûye metirsiya sereke'
Etîketan:
Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD), Hevdîtinên Cenevreyê, DAIŞ, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Sergey Lavrov, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de