13:45 26 Îlon 2017
Zindî
    Vladimir Pûtîn

    Pûtîn: ‘Teknolojiya çek a rûsî, li Sûriyeyê ezmûneke baş da'

    © Sputnik/ ALEXEI NIKOLSKY
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3601

    Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn diyar kir ku teknolojiya çekan û ya hewayiya rûsî li Sûriyeye di tekoşîna dijî terorîzmê de ezmûneke cidî da.

    Moskova — Serokê Rûsyayê di axaftina xwe de ragihand ku di sala 2015an de zêdetirî 4 hezar çekên modern û teknolojiya leşkerî me ji Hêza Çekdar ya Rûsyayê re peyde kir. Di nava van de 96 balafir, 81 helîkopter, 2 heb nokavên deryayî, 152 heb kompleksên parastina moşekan, 291 baregehên pêlgir û ji 400î zêdetir moşek û moşekên dijtank cih digrin.'

    Piştgiriya me ji bo teknolojiya nû dê bidome

    Vladimîr Pûtîn di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Ev çekên ku ketine nava envantera artêşa Rûsyayê bi awayekî aktîf tên xebitandin. Bi saya perwerde û tetbîqetan em van çekan diceribînin û ji bo şer amade dikin. Di vê çarçoveyê de operasyonên Rûsya yên li Sûriyeyê ji bo teknolojî û pişesaziya çekên rûsî ezmûneke cidî da.'

    Her wiha Pûtîn di dirêjiya axaftina xwe de diyar kir ku em ê piştgiriya teknolojiya rûsî û qepesîteya pişesaziyê parastinê zêde bikin.

    Bi heman mijarî:

    Pûtîn, guhdariya xebatên hevpar ên bi Tirkiyeyê re, li dijî terorê kir
    Parlamenterên ewropî, li dijî Pûtîn daxwaza mueyîdeyan kirin
    Pûtîn, ji bo roja jinên kedkar ê cihanê peyamek weşand
    Pûtîn: ‘Agirbest ji bo Sûriyeyê pêkereke girîng e'
    Pûtîn: ‘Hilbijartina Sûriyeyê ji bo pêvajoya aştiyê nabe asteng'
    Etîketan:
    Hêza Hewayî ya Rûsyayê, Tekoşîna dijî terorîstan, Hêza Çekdar ya Rûsyayê, Serokatiya Devleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de