08:40 26 Îlon 2017
Zindî
    Sergey Lavrov

    Lavrov: ‘Tirkiye beşdariya kurdan ya Cenevreyê asteng dike'

    © Sputnik/ Michael Klimentyev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4920

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîna çapemenî de ragihand ku Tirkiye beşdariya kurdan ya hevdîtinên Cenevreyê asteng dike.

    Moskova — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov piştî hevdîtina bi Wezîrê Derve yê Çînê Wang Yi derkete pêşberî çapemeniyê û ragihand ku divê Neteweyên Yekbûyî (NY) kurdan jî tev li civînên Cenevreyê bike. Bila Amerîka hêza xwe bi kar bîne, lewma tenê Tirkiye beşdariya kurdan ya hevdîtinên Cenevreyê asteng dike.

    Bila Amerîka hêza xwe bi kar bîne

    Sergey Lavrov di axaftina xwe de got: ‘Tenê Tirkiye li dijî vexwendina kurdan ya Cenevreyê derdikeve, ne di mijara Sûriyeyê de di diyaloga Yekîtiya Ewropayê de jî welatê ku bi ultîmaton tevdigere tenê Tirkiye ye. Ji bo kurd li maseya civînên Cenevreyê rûnin Amerîka dikare hêza xwe bi kar bîne.'

    Kurd nebin wê Sûriye perçe bibe

    Wezîrê rûsî di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Kurd di krîza Sûriyeyê de aktorên girîng in. Kurd, di tekoşîna dijî terorîzmê de hem bi Rûsyayê re û hem jî bi Amerîkayê re dixebitin û hêza xwe ya qadê zêde û pozisyona xwe xurt kirin. Bêyî kurdan heke hevdîtinên Cenevreyê werin dest pêkirin ev jî qelsiya civaka navneteweyî nîşan dide. Derkirina kurdan ji masê, dê bibe sedema perçebûna Sûriyeyê.'

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: ‘Divê mixalifên laîk û demokrat jî li Cenevreyê cih bigrin'
    Lavrov û Kerry: Divê hevdîtinên Cenevreyê werin dest pêkirin
    Lavrov: ‘Tecrîdkirina Rûsyayê, dibe sedema trajediyan'
    Lavrov: ‘Terorîzma kîmyewî bûye metirsiya sereke'
    Lavrov û Kerry wê îxlala agirbestê li pêşberî raya giştî nîqaş nekin
    Etîketan:
    Hevdîtinên Cenevreyê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Netewên Yekbûyî (NY), Wang Yi, Sergey Lavrov, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de