08:05 24 Îlon 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Rûsya: 'Me nota da Ûkraynayê

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 13 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li Moskovayê civîna çapemenî ya heftane de axivî û ragihand ku ji bo êrişa ser nûneriyên me yên dîplomatîk me nota da Ûkraynayê.

    Moskova - Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li Moskovayê civîna çapemenî ya heftane de diaxive.

     

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova li Moskovayê civîna çapemenî ya heftane de ragihand ku Wezîrê Derve yê Tunisê Khemaies Jhinaoui wê di 14ê Adarê de serdana Moskovayê bike û bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re wê hevdîtinekê pêk bîne.

    ​Mariya Zaxarova di axaftina xwe de got: ‘ Ji bo êrişên nûneriyên me yên dîplomatil li Ûkraynayê me nota ji rêvebiriya Kievê re şand û me ji wan xwest ku ev kesên êrişker werin cezakirin. Êrişa nûneriyên me yên dîplomatîk karekî provekatîf e.

    Ewropa li hemberî êrişê bêdeng dimîne

    Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Li Ûkraynayê nûneriyên me ên dîplomatîk rastî êrişan tên, lê dewletên rojavayî li hemberî van êrişan xwe bêdeng dikin û heta niha li dijî êrişan bertek nîşan nedane.'

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘Hevdîtinên Cenevreyê wê di 14ê Adarê de werin dest pêkirin. Moderatoriya rûsî wê bi serokatiya Enstîtuya Zanistiya Rojhilat Vitaliy Naumkîn were kirin.
     
     

     

    Bi heman mijarî:

    Ji Zaxarova bo berdevkê amerîkî: 'Beriya ku em devê te bigirin, dikarî rastiyê hîn bibî'
    Zaxarova: ‘Amerîka dixwaze Rûsya û YEyê dorpêç bike'
    Zaxarova bertek nîşan da: 'Çalakiyên Tirkiyeyê nayên qebûl kirin'
    Zaxarova: ‘Şanda Hikumeta Sûriyeyê li Cenevreyê ye'
    Zaxarova bangî Tirkiyeyê kir: ‘Dev ji polîtîkaya tunekirina kurdan berde’
    Etîketan:
    Hevdîtinên Cenevreyê, Hikumeta Ûkraynayê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Moskova, rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de