08:42 26 Îlon 2017
Zindî
    Şanda kurd li Moskovayê

    Rûsya: ‘Cenevreyeke bêyî kurdan ne gengaz e'

    © Foto: ANHA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 2720

    Cîgirê Midûrê Navenda Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîqiya yê Wezareta Karê Derve ya Rûsya Andre Ban, diyar kir ku divê kurd di danûstandinên Cenevereyê de amade bin û kurd beşek sereke ji gelê Sûriyeyê ne.

    Moskova — Şandeyek ku ji nûnertiya Rêveberiya Xweser a li Moskova ku ji Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk yê li Rûsyayê Rodî Osman, Cîgirê wî Reşad Bênav û Nûnerê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Rûsyayê Ebdulselam Elî pêk hatî, bi Cîgirê Midûrê

    Navenda Rojhilata Navîn û Bakûrê Afrîqiyayê ya Wezareta Karê Derve ya Rûsyayê Andre Ban hevdîtinek pêk anî.

    Pirsgirêka Sûriyeyê bêyî gelê wê nayê çareserkirin

    Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê hevdîtin li ser giringiya beşdarbûna kurdan ya Cenevre —3 an bû. Di civînê de Ban diyar kir ku çareserkirina aloziya Sûriyeyê divê xwe bispêre nêrîna gelê Sûriyê bi xwe û dive ew bi xwe biryara pêşeroja xwe bidin.

    Ban destnîşan kir ku gelê kurd beşeke sereke ji gelê Sûriyê ye û divê rola wan di danûstandinên Cenevere —3 de teqez hebe.

    Em êrişa ser Rojava şermezar dikin

    Andre Ban Derbarê helwesta dewleta Tirkiye a li ser sînor û axa Kurdistana Rojava û êrişên li ser taxa Şêxmeqsûd, nerazîbûna xwe nîşan da û ev yek şermezar kir.

    Endamên şandeyê gotin ku dema kurd û Rêveberiya Xweser beşdarî diyalogan nebin, wê encamên civînan ne rast bin. Lewra kurd îro ji bo avakirina Sûriya demokratîk hêza herî mezin in.

    Her du aliyan diyar kirin ku rêjîm û opozisyon di sîstema federalîzmê de xeteriyê dibînin û destnîşan kirin ku di sîstema federalîzmê de çanda hevbeş esas e.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Ji bo teqasa Savçenko em hevdîtinan nakin'
    Baskê DAIŞê yê Qefqasyayê Rûsya tehdîd kir
    Rûsya: ‘DAIŞ amadehiyan dike ku êrişî Qamişloyê bike’
    Rûsya: ‘Em êrişî grûbên ku tev li agirbestê bûne nakin'
    Rûsya: ‘Ji bo artêşa tirk têkeve Sûriyê, El Nûsra êrişî Tirkiyeyê kir'
    Etîketan:
    Hevdîtinên Cenevreyê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Partiya Yekîtiya Demoratîk (PYD), Reşad Bênav, Rodî Osman, Ebdulselam Elî, Andre Ban, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de