11:31 21 Îlon 2017
Zindî
    Camiya Rûsyayê

    Li Rûsyayê li nêzî camiyê teqîneke dijwar

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 140 0 0

    Hat ragihandin ku li bajarê Nazrana Komara Înguşetyaya girêdayî Rûsyayê li kêleka camiye teqîneke dijwar qewimî.

    Navenda Nûçeyan - Hat ragihandin ku li bajarê Nazrana Komara Înguşetyaya girêdayî Rûsyayê li kêleka camiye teqîneke dijwar qewimî.

    Li gorî ajansa RIA Novostiyê ku dispêre berpirsekî polêsan, wesayîta ku li kêleka camiyê hatibû parkirin teqiya. Di teqînê de herî kêm du bi giranî birîndar bûn.

    ​Herwiha li gorî nûçeyên di medyaya Rûsyayê de cih girtine, di teqîna wesayîtê de kesek birîndar bû û bi ambulansê rakirin nexweşxaneyê.

    Hat ragihandin teqîna wesayîtê dema ku cemaeta camiye nimêja înê dikir pêk hat.

    Ji aliyê din ve li gorî agahiyên dawî yên ajansa RIA Novostiyê ku ragihand, dibe ku teqîna wesayîtê ji tupê nava wê çêbûbe.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: Ji bo teqîna Enqereyê, divê hêj çend teqîn çêbibin?
    Li Rûsyayê di kanayê de teqîn: 4 kuştî û 26 windayî
    Li nêzî Balyozxaneya Rûsyayê teqîn: 10 kuştî
    Nêzîkî balyozxaneya Rûsyayê teqîn!
    Etîketan:
    Ajansa RIA Novostiyê, Ajansa TASSê, Komara Înguşetya, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de