04:21 24 Îlon 2017
Zindî
    Nadejda Savçenko

    Markov: ‘Savçenko sûcê leşkerî kiriye û divê cezayê xwe bikşîne'

    © AP Photo/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 18 0 0

    Midûrê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî yên Rûsyayê Sergey Markov derbarê pîlotê ûkraynî Nadejda Savçenko de ragihand ku wî sûcê leşkerî kiriye û divê cezayê xwe bikşîne.

    Moskova — Midûrê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî yên Rûsyayê Sergey Markov derbarê pîlotê ûkraynî Nadejda Savçenko de ji ajansa Spûtnîkê re axivî û ragihand ku wî sûcê leşkerî kiriye û divê cezayê xwe bikşîne. Ew mirovekî sadîst û sûcdarekî leşkerî ye. Rojnamevanê rûsî ku ji terefê svçenko ve hatin kuştin li herêmê kare xwe yê rojnamevanî dikirin. Ya rastî bi kuştina van rojnamevanan xwestin rojnamevanên din jî bitirsînin û Savçenko jî div an operasyonan de cih girt.

    Bi sedan kes di girtîgehan de ye

    Markov di berdewamiya axaftina xwe de got. ‘Vî pîlotî rasterast rojnamevan kuştin. Niha li Kievê bi sedema mixalefetê bi sedan kes di girtîgehan de ye. Yên ku piştgiriyê didin Savçenko çima ji Ûkraynayê daxwaza berdana wan girtiyan nakin.'

    Kesê ku welatiyan bikuje divê bê ceza nemine

    Sergey Markov di dirêjiya axaftina xwe de got. ‘Niha jî dewletên rojava vê bûyera Savçenko li hemberî me bi kar tînin û ev berdewamiya şerê siyasî û enformasyonê ye. Lê divê herkes baş bizanibe kesê ku welatiyê me bikuje wê bê ceza nemine, kî dibe bila bibe.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Ji bo teqasa Savçenko em hevdîtinan nakin'
    Pîlotê rûsî: ‘Di girtîgeha Amerîkayê de rastî îşkenceyê hatim'
    Karlov: ‘Kujerê pîlotê rûsî, li Tirkiyeyê bi serbestî digere'
    Pîlotê kurd ê yekem: 'Xewn û xeyala min li esmanê Kurdistanê ye'
    Cenazeyê pîlotê rûsî gihîşt Moskovayê
    Etîketan:
    Nadejda Savçenko, Midûrê Enstîtuya Lêkolînên Siyasî yên Rûsyayê, Pîlotê ûkraynayî, Sergey Markov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de