01:06 19 Tebax 2017
Zindî
    Mariya Zaxarova

    Rûsya, ji bo Zaman û Cumhuriyetê bertek nîşanî Erdogan da

    © Sputnik/ Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 4030

    Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe de ragihand ku li Tirkiyeyê her diçe rewşa maf û azadiyan xerabtir dibe û em vê bi baldarî temaşe dikin.

    Moskova — Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ragihand ku daxuyaniyên Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ên Dadgeha Makezagonî û tayînkirina kayuman ji bo rojnameya Zamanê li Tirkiyeyê her diçe rewşa maf û azadiyan xerabtir dibe û em vê bi baldarî temaşe dikin.

    Tirkiye hûrmeta hiqûqê nagre

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova di daxuyaniya çapemenî de got: ‘ Nûçeyên ku rojnameya Cumhuriyetê par vekirin yên ser mijara alîkariya DAIŞê xuyaye Erdogan gelekî aciz kiriye. Divê ev agahî ji hêla civakî navneteweyî ve werin lêkolînkirin. Tirkiye ji bo piştgiriya xwe ya terorîstan veşerê çapemeniyê asteng dike û hûrmetê li hemberî hiqûqê jî nagre.'

    Divê Konseya Ewropa û AGİT vê mijarê bi hûrgilî bişopîne

    Mariya Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘Hêzên ewlehiyê bi dijwarî midexaleya çalakiya ku li derveyê rojnameya Zamanê daxuyanî didan bi xaza rindikrêj êriş kirin. Em bawerin, ev mijarên navborî ji hêla Konseya Ewropa û AGİTê ve bi hûrgilî were şopandin û di mijara azadiya fikrî û berpirsyariya çapamenî ya navneteweyî de daxwaza bi cih anîna ji Tirkiyeyê bikin.

    Bi heman mijarî:

    Ji Moskova û Şamê bo Hemayê alîkariya însanî
    Moskova: ‘ Tirkiye, berê tîran dide Rûsyayê'
    Moskova peymana ku bi Şamê re danîbû eşkere kir
    Paytexta Rûsyayê Moskova di bin berfê de ye
    Paytexta Rûsyayê Moskova bûye warê geştyaran
    Etîketan:
    Rêxistina Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGİT), Konseya Ewropayê, Serokomariya Tirkiyeyê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Recep Tayyip Erdogan, Mariya Zaxarova, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de