02:10 24 Tebax 2017
Zindî
    Umit Yardim

    Balyozê Tirkiyeyê: ‘ji bo derketina krîzê em komîsyoneke hevpar ava bikin'

    © Flickr/ AA
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 12 0 0

    Balyozê Tirkiyeyê yê li Moskovayê Umit Yardim derbarê krîza navbera Tirkiye û Rûsyayê de pêşniyar kir ku ji bo derketina krîzê em komîsyoneke hevpar ava bikin.

    Moskova - Balyozê Tirkiyeyê yê li Moskovayê Umit Yardim derbarê krîza navbera Tirkiye û Rûsyayê û rewşa dawî de pirsên nûçegihanê ajansa Spûtnîk Kurdistanê bersivandin û pêşniyar kir ku ji bo derketina krîzê em komîsyoneke hevpar ava bikin.

    Hêz û sînerjiya Tirkiye û Rûsyayê bê hempa ye

    Umit Yardim di axaftina xwe de got: ‘ Ev krîza navbera her du welatan hetanî bi hetayê nadome û ji bo derketina vê krîzê ez pêşnîyara avakirina komîsyoneke hevpar dikim. Divê em her du alî jî giringiyê bidin pêwendiyan, ji bo ku Tirkiye û Rûsya bi hev re hêz û sînerjiyeke bê hem pa dertînin û bi hêsanî cihê vê nayê dagirtin.'

    Bi eqlêselîm ev krîz çareser dibe

    Yardim di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Niha divê em li ser derketina krîzê rawestin. Gelo em bi çi awayî dikarin ji vê krîzê derkevin? Em wekî Tirkiyeyê ji her gav û pêşniyarê re amade ne. Her wiha Wezîrê me yê Derve Mevlut Çavuşoglu jî ji bo derketina vê krîzê peşniyara avakirina komîsyoneke hevpar kiribû. Tirkiye û Rûsya her mijarê dikarin bi eqlêselîm biaxivin û çareser bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Ji Moskova û Şamê bo Hemayê alîkariya însanî
    Moskova: ‘ Tirkiye, berê tîran dide Rûsyayê'
    Paytexta Rûsyayê Moskova di bin berfê de ye
    Moskova: Me fêhm nekir çima wezareta Tirkiyeyê gazî balyozê me kir
    Moskova: DAIŞ çekên kîmyewî bi dest dixe
    Etîketan:
    Balyozê Tirkiyeyê yê Moskovayê, Wezareta Derve ya Tirkiyeyê, Mevlut Çavuşoglu, Umit Yardim, Moskova, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de