02:22 17 Tebax 2017
Zindî
    John Kerry û Sergey Lavrov

    Lavrov û Kerry: Divê hevdîtinên Cenevreyê werin dest pêkirin

    © Sputnik/ Ramil Sitdikov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 169 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku ji çareseriya krîza Sûriyeyê kedeke mezin dide bangî hemkarê xwe yê amerîkî kir ku di dema herî kin de divê hevdîtinên Cenevreyê werin dest pêkirin.

    Moskova — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ku ji çareseriya krîza Sûriyeyê kedeke mezin dide bangî hemkarê xwe yê amerîkî John Kerry kir ku di dema herî kin de divê hevdîtinên aliyên Sûriyeyê yên Cenevreyê werin dest pêkirin.

    Hevdîtinên Cenevreyê divê hê di 29ê Rêbendanê de bihata kirin, lê ji bo pêşveçûn çênebû hiştibûn 25ê Sibatê. Di 25ê Sibatê de jî ji bo ku şert û mercên civînê ne amade bûn, ji bo 7ê Adarê hatibû paş xistin. Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê Sûriyeyê Staffan De Mistura çend 3 roj berê ragihand ku hevdîtinên Cenevreyê wê di 9ê Adarê de werin li dar xistin.

    Li gorî daxuyaniya Wezareta Derve ya Rûsyayê, Lavrov û Kerry berî hevdîtinên Cenevreyê bi rêya telefonê rewş nirxandin. Her du alî jî wekî hev difikirin ku hevdîtin demek berî demeke werin kirin. Her wiha her du wezîr jî bo berdewamiya peymana agirbesta Sûriyeyê hevkariya xwe dê bidomînin.

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û Kerry wê îxlala agirbestê li pêşberî raya giştî nîqaş nekin
    Lavrov û Kerry li ser agirbesta Sûriyayê axivîn
    'Lavrov û Kerry dê beşdarên civîna Sûriyayê diyar bikin'
    Kerry: Ez ê bi Pûtîn û Lavrov re hevdîtinekê bikim
    Lavrov û Kerry derbarê pêşveçûnên herî dawîn de axivîn
    Etîketan:
    Netewên Yekbûyî (NY), Hevdîtinên Cenevreyê, Wezareta Derva ya Amerikayê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Staffan de Mistura, John Kerry, Sergey Lavrov, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de