03:57 21 Tebax 2017
Zindî
    Keştiya Amîral Kuznetsov

    Rûsya, keştiya xwe ya Amîral Kuznetsov dişîne Derya Spî

    © AP Photo/ File
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 3210

    Rayedarekî fîloya deryayî ya Rûsyayê ragihand ku Moskova plan dike keştiya xwe ya balafiran a bi navê Amîral Kuznetsovê hetanî demsala havînê bişîne Derya Spî.

    Moskova — Rayedarekî fîloya deryayî ya Rûsyayê ji çapemeniya Rûsyayê re ragihand ku Moskova plan dike keştiya xwe ya balafiran a bi navê Amîral Kuznetsovê hetanî demsala havînê bişîne Derya Spî.

    Çavkaniyê rûsî di axaftina xwe de got: ‘ Em pêşbînî dikin ku hetanî havînê keştiya Amîral Kuznetsov here Derya Spî. Keştiya balafiran li Derya Spî wê serokatiya fîloya rûsî bike.'

    Keştî ji hêla teknîkî ve tê nûjenkirin

    Çavkaniyê hêza deryayî ya rûsî di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Keştiya balafiran niha li febrîqeya Murmanskê di tadîlatê de ye û ji hêla teknîkî ve niha tê nûjenkirin. Keştî bi teknolojiya nû tê arastekirin.'

    Yekane keştiya balafiran a fîloya rûsî ye

    Keştiya balafiran a bi navê Amîral Kuznetsov di nava fîloya deryayî ya Rûsyayê de yekemîn e û qapasîteyeke wê mezin ku bikaribe gelek balafir û helîkopteran hilgire heye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Tirkiye hê jî bi top û hawanan êrişî kurdên Sûriyeyê dike'
    Rûsya: ‘Agirbest wê ne ji bo du hefteyan be'
    Dibe ku Misir û Rûsya teknolojiya ragihandinê ya leşkerî hilberînin
    Rûsya: ‘Em agirbestê bi peyk, NHB û bi keştiyên fezayê dişopînin'
    Rûsya: ‘Divê sînorê Tirkiye û Sûriyeyê were girtin'
    Etîketan:
    Keştiya Amîral Kuznetsov, Fîloya Deryayî ya Rûsyayê, Ajansa TASSê, Derya Spî, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de