10:30 24 Hezîran 2018
Sergey Lavrov

Lavrov: ‘Tecrîdkirina Rûsyayê, dibe sedema trajediyan'

Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku dewletên rojava bi tecrîdkirina Rûsyayê dibin sedema trajediyên mezin û bêjimar.

Moskova — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di kovara Polîtîkaya Cihanê ya Rûsyayê de gotarek nivîsand û diyar kir ku dewletên rojava bi tecrîdkirina Rûsyayê dibin sedema trajediyên mezin û bêjimar. Rûsya nêzî hezar saliye bi giringî polîtîkaya xwe ya derve dimeşîne.

Em mêzêna xwe ya aştî û aramiyê diparêzin

Sergey Lavrov di gotara xwe de got: ‘ Rûsya her dem di hevkariyên xwe yên navneteweyî de ew şikesteka mêzana aştî û aramiyê diparêze. Tecrîdkirina Rûsyayê dibe sedema têkçûnên dîrokî û kuştinên bêjimar. Aramiya mayînde tenê bi xebata hevkariyê tê peydekirin.

Di dawî anîna metîngeriyê de, Sovyetê roleke mezin lîst

Lavrov di berdewamiya gotara xwe de got: ‘ Yekîtiya Sovyetê (YS), di şerên Napolyon, ya cihanê yekemîn û duyemîn de roleke gelekî erênî lîst. Her wiha hem di şekilgirtina dewletên rojava de û hem jî di dawî anîna metîngeriyê de û di rûniştina pergala civakî û ekonomi de jî bandoreke mezin ya Yekîtiya Sovyetê heye.'

Bi heman mijarî:

Lavrov: ‘Terorîzma kîmyewî bûye metirsiya sereke'
Lavrov: ‘Ji bo têkbirina terorîstan, divê em bi hev re bixebitin'
Lavrov: ‘Yên ku ji agirbesta Sûriyeyê şikan dikin, şerxwaz in'
Lavrov û Kerry wê îxlala agirbestê li pêşberî raya giştî nîqaş nekin
Lavrov ji bo Koreya Bakurî çareseriya siyasî pêşniyar kir
Etîketan:
Şerên Cihanê, Yekîtiya Sovyetê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Sergey Lavrov, Moskova, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de