11:02 20 Hezîran 2018
Wezareta Karên Derve yên Rûsyayê

Wezareta Derve ya Rûsyayê bertek nîşanî Tirkiyeyê da

© Sputnik /
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov çend roj berê di civîneke çapemenî de ragihandibû ku Tirkiye di bin navê alîkariya însanî çek û cebilxaneyan ji terorîstan re dişîne.

Moskova — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov çend roj berê di civîneke çapemenî de ragihandibû ku Tirkiye di bin navê alîkariya însanî çek û cebilxaneyan ji terorîstan re dişîne. Li hemberî vê daxuyaniya Lavrov, berdevkê Wezareta Derve yê Tirkiyeyê Tanju Bilgiç gotibû, em îfadeyên Lavrov cidî nagrin, ji bo ku ev daxuyanî bi mexsed in.

Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova ji ajansa Spûtnîkê re axivî û bersiva Bilgiç da. Zaxarova di axaftina xwe de got: ‘ Heke me cidî negrin, wê deme bila Amerîkayê ku hevserokê Grûba Piştgiriya Sûriyeyê ya Navneteweyî ye cidî bigrin. Amerîka jî wekî Rûsyayê hevserokatiya vê grûbê dike. Belkî Amerîka daxuyaniyên gumantir bike.'

Bi heman mijarî:

Zaxarova: 'Mafê Enqereyê tunebû firîna çavdêrî betal bike'
Zaxarova bertek nîşan da: 'Çalakiyên Tirkiyeyê nayên qebûl kirin'
Zaxarova: ‘Şanda Hikumeta Sûriyeyê li Cenevreyê ye'
Zaxarova bangî Tirkiyeyê kir: ‘Dev ji polîtîkaya tunekirina kurdan berde’
Zaxarova: Tirkiye lîstikên pîs dilîze
Etîketan:
Wezareta Derve ya Rûsyayê, Wezareta Derve yê Tirkiyeyê, Sergey Lavrov, Tanju Bilgiç, Mariya Zaxarova, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de