02:26 21 Gulan 2018
    Mariya Zaharova

    Rûsya: ‘Agirbest wê ne ji bo du hefteyan be'

    © Sputnik / Maxim Shemetov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova îdiayên ku wê agirbesta Sûriyeyê tenê du hefteyan bidome derewand.

    Moskova — Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova îdiayên ku wê agirbesta Sûriyeyê tenê du hefteyan bidome derewand û got, agirbest hetanî dawî wê bidome û grûbên terorîst jî dê nekevin nava vê peymanê.

    Ev xebat ne ji bo du hefteyan hat dayîn

    Mariya Zaxarova di axaftina xwe de got: ‘Ji 27ê Sibatê ji roja ku peymana agirbestê dest pê bûye 31 carê hatiye îxlal kirin. Li gorî hinek nûçeyên k udi çapemeniyê de derdikevin û dibêjin wê agirbest tenê du hefteyan were sepandin ne rast in. Agirbest wê bi du hefteyan nemine, dê daîm be. Ji bo agirbestê hevkas ked û xebata ku hat dayîn tenê ne ji bo du hefteyan e.'

    Grûbên terorîst ne di nava agirbestê de ne

    Zaxarova di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Grûbên terorîst ne di nava agirbestê de ne û div ê derbarê de helwesta me diyar û naguhere. Ji roja ku agirbest dest pe kiriye hetanî îro 38 peyman hatin îmze kirin.‘

    Em dixwazin planên wekî Byê di gotinê de bimînin

    Berdevka wezaretê di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘ Berpirsên Amerîkayê gotibûn heke agirbest bi ser nekeve plana me ya Byê heye, em hêvî dikin ku ev daxuyanî tenê di gotinê de bimînin. Tenê gelê Sûriyeyê dikare biryara federalîbûna xwe bide. Ji bo me ya herî girîng yekbûn û wekî dewlet parastina axa Sûriyeyê ye.'

    Bi heman mijarî:

    Dibe ku Misir û Rûsya teknolojiya ragihandinê ya leşkerî hilberînin
    Rûsya: ‘Em agirbestê bi peyk, NHB û bi keştiyên fezayê dişopînin'
    Davutoglu: Rûsya, Esad û PKKê bi hev re îtifaq kirine
    Rûsya: ‘Divê sînorê Tirkiye û Sûriyeyê were girtin'
    Rûsya: ‘Ev çar roj in li Sûriyeyê em mixalifan bombebaran nakin'
    Etîketan:
    El Nûsra, DAIŞ, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de