10:47 23 Çile 2018
Zindî
    Navgîna Hewayî ya Bêmirov

    Rûsya: ‘Em agirbestê bi peyk, NHB û bi keştiyên fezayê dişopînin'

    © Flickr/ US Air Force
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku ji bo şopandina peymana agirbesta Sûriyeyê me pergaleke hewayî ava kir.

    Moskova — Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku em peymana agirbesta Sûriyeyê bi dezgehên îstîxbaratî yên wekî peyk, Navgîna Hewayiya Bêmirov û bi keştiyên fezayê dişopînin.

    Ji aliyê din ve Wezareta Rûsyayê, ji bo ku bikaribe hînbibe ka topên hawanan têne bi kar anîn û têxe qeydiyan, du peyk û 3 heb NHB şandin baregeha Hmeymîm a Sûriyeyê.

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê navenda şopandina peymana agirbestê li baregeha Hmeymîma Lezqiyeyê dişopîne. Her wiha Rûsya, vê baregehê ji bo êrişên hewayî ji Îlona 2015an pê ve li hemberî grûbên terorîst bi kar tîne.

    Bi heman mijarî:

    Davutoglu: Rûsya, Esad û PKKê bi hev re îtifaq kirine
    Rûsya: ‘Divê sînorê Tirkiye û Sûriyeyê were girtin'
    Rûsya: ‘Ev çar roj in li Sûriyeyê em mixalifan bombebaran nakin'
    Rûsya: ‘Li Cenevreyê modela federal a Sûriyeyê ava bibe, tu kes li dijî dernakeve’
    Rûsya: ‘Kesî negotiyê wê agirbesta Sûriyeyê hêsan be'
    Etîketan:
    Grûbên Terorîst, Barega Hmeymîmê, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Lezqiye, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de