02:02 21 Çile 2018
Zindî
    Russland

    Rûsya: ‘Divê sînorê Tirkiye û Sûriyeyê were girtin'

    © AP Photo/ Ivan Sekretarev
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov diyar kir ku Tirkiye di nava konvoyên alîkariya însanî ku ji Sûriyeyê re dişine de ji bo grûbên terorîst çekan dişine.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Cenevreyê di civîna mafê însanî de diyar kir ku Tirkiye di nava konvoyên alîkariya însanî ku ji Sûriyeyê re dişine ji bo grûbên terorîst çekan dişine, lewma divê sînor were girtin.

    Divê rê li ber terorîstan were girtin

    Lavrov di axaftina xwe de got: ‘ Tirkiye piştgiriya grûbên terorîstên yên Sûriyeyê dike. Divê em rê li ber vê xwedîkirina terorîstan bigrin. Ji bo vê divê sînorê Tirkiye û Sûriyeyê were girtin. Tirkiye bi navê alîkariya însanî di konvoyadan çekan ji milîtanên terorîst re dişine.'

    Sergey Lavrov di berdewamiya axaftina xwe de nav neda û behsa rojnamevanên Cumhuriyetê Can Dundar û Erdem Gul kir û got: ‘ Rojnamevanên ku van kiryaran derdîtinin holê ji wan re ceza dibirin.'

    Ev grûbên terorîst û radîkal dijên însaniyetê ne

    Lavrov di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘ Ji aliyê din ve di nava peymana agirbesta Sûriyeyê de cihê grûbên terorîst û radîkal tuneye. Bîrdozî û sepana van grûbên terorîst li dijî prensîbên hebûna însaniyetê ne.

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Ev çar roj in li Sûriyeyê em mixalifan bombebaran nakin'
    Rûsya: ‘Li Cenevreyê modela federal a Sûriyeyê ava bibe, tu kes li dijî dernakeve’
    Rûsya: ‘Kesî negotiyê wê agirbesta Sûriyeyê hêsan be'
    Rûsya: ‘Mixalifên nerm û grûbên terorîst çend caran agirbest îxlal kirin'
    Rûsya: ‘Raste ku artêşa Tirkiyeyê êrişî Girê Spî kiriye'
    Etîketan:
    Erdem Gul, Can Dundar, Grûbên Terorîst, Rojnameya Cumhuriyetê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Sergey Lavrov, Sûriye, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de