23:06 20 Nîsan 2018
    Sergey Lavrov

    Lavrov: ‘Terorîzma kîmyewî bûye metirsiya sereke'

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov ragihand ku êdî terorîzma kîmyewî ji metirsiya razberî derketiye û vegeriyaye şênberî.

    Navenda Nûçeyan — Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li Cenevreyê di civîna çapemenî ya bêçekbûnê de ragihand ku êdî terorîzma kîmyewî ji metirsiya razberî derketiye û vegeriyaye şênberî.

    Sergey Lavrov di axaftina xwe de got: ‘ Di destê me de agahî û belgeyên ku grûbên terorîst li Rojhilata Navîn çawa çekên kîmyewî çêdikin û depoyên ku kaneyên kîmyewî têde tên girtin hene.'

    DAIŞ xaza Xerdelê bi kar anî

    Lavrov di berdewamiya axaftina xwe xwe de got: ‘ Rêxistina terorîst ya DAIŞê di Îlona 2015an de jî li bajarokê Mareya Sûriyeyê li hemberî milîtanên din xaza Xerdelê bi kar anî. Ji bo vê terorîzma kîmyewî ji metirsiya razberî derketiye û vegeriyayê şênberî yê.'

    ​Wezîrê Derve yê Rûsyayê di dirêjiya axaftina xwe de got. ‘ Metirsiya ku ev çekên kîmyewî li Libya û Yemenê jî werin bi kar anîn heye. Lewma ji bo tekoşîna li dijî terorîzma kîmyewî, em pêşniyara peymaneke din ya navnetweyî ku were îmze kirin dikin.'

     

     

    Bi heman mijarî:

    Lavrov û Kerry wê îxlala agirbestê li pêşberî raya giştî nîqaş nekin
    Lavrov: ‘Ji bo têkbirina terorîstan, divê em bi hev re bixebitin'
    Lavrov: ‘Planên B, herêmên tampon û operasyonên bejayî ji bîr bikin'
    Lavrov: ‘Yên ku ji agirbesta Sûriyeyê şikan dikin, şerxwaz in'
    Lavrov û Kerry li ser agirbesta Sûriyayê axivîn
    Etîketan:
    Terorîzma Kîmyewî, Wezareta Derve ya Rûsyayê, DAIŞ, Sergey Lavrov, Rojhilata Navîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de