22:05 21 Sibat 2018
Zindî
    Artêşa Sûriyeyê

    Rûsya: ‘Mixalifên nerm û grûbên terorîst çend caran agirbest îxlal kirin'

    © Sputnik/
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand, agirbesta ku du şev berê dest pêkir, ji terefê mixalifên nerm û grûbên terorîst ve çend caran hat îxlal kirin.

    Moskova — Wezareta Parastinê ya Rûsyayê di malpera xwe ya înternetê de ragihand ku li Sûriyeyê bi giştî herkes li gorî peymana agirbestê tevdigere. Lê, mixalifên nerm û grûbên terorîst ên navnetweyî çend caran agirbest îxlal kirin.

    El Nûsrayê êrişî Lezqiyeyê kir

    Di berdewamiya daxuyaniya wezaretê de hat diyar kirin ku şaxê El Qaîdeya Sûriyeyê El Nûsrayê duhî, li herêmeke ku di bin kontrola mixalifên nerm de bû, li dijî rêxistina milîtanên ‘Teyrên Çolê' êrişa top û hawanan pêk anî û di encama vê êrişê de gelek sivîl hatin kuştin.

    Êrişî Şamê jî kirin

    Her wiha di dawiya daxuyaniyê de hat ragihandin ku grûbên terorîst roja şemiyê ji Guta û Cobarê bi top û hawanan êrişî Şamê kirin û li ser daxwaza navenda şopandina agirbestê ya Rûsyayê, artêşa Sûriyeyê bersiva van êrişa neda.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya: ‘Raste ku artêşa Tirkiyeyê êrişî Girê Spî kiriye'
    Rûsya: ‘Şamê pesend kir ku girêdayî agirbestê bimîne’
    ‘Rûsya nebûya li Sûriyayê agirbest pêk nedihat’
    Rûsya: Li 34 herêmên Sûriyê şer rawestiya
    Rûsya: ‘Amerîka xeyalan dibîne'
    Etîketan:
    Artêşa Sûriyeyê, DAIŞ, El Nûsra, El Qaîde, Wezareta Parastinê ya Rûsyayê, Lezqiye, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de