09:56 24 Nîsan 2018
    Mariya Zaxarova

    Rûsyayê şert û mercên sererastkirina pêwendiyan ji Tirkiyayê re eşkere kir

    © Sputnik / Maksim Blinov
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 20

    Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova derbarê xistina balafira Rûsyayê, pêwendiyên Rûsya-Tirkiyayê operasyonên li Sûriyayê de bi Spûtnîkê re axivî û got ku heta Tirkiya karesata xistina balafira me fêm neke, ne mukin e ku pêwendiyên me sererast bibin.

    Moskova — Mariya Zaxarova bal kişande ser karesata xistina balafira cengî ya Rûsyayê û wiha got: ‘Mijara xistina balafirê ji bo karesatek e û divê Enqere vê yekê fêm bike. Serokomarê Tirkiyayê Recep Tayyip Erdogan daxuyand ku Rûsyayê ji bo xatirê 2 pîlotan dostaniya Tirkiyayê ji dest daye. Ew welatiyên me ji bo parastina berjewendiyên Rûsyayê û civaka navneteweyî çûbûn ser peywira xwe, neçûn geşt û seyranê. Ew pîlot welatiyên me ne û jiyanên wan hêjayî wê yekê ne ku têkiliyên me bi welatekî re xera bibin. Wan li dijî rêxistinên terorîstî yên ji aliyê raya giştî ya navneteweyî ve tescîlkirî şer dikir. Heke Enqere berfirehî û kûrahiya vê karesatê fêm bike dibe ku pêngavek ji bo sererastkirina pêwendiyan were avêtin.’

    Zaxarovayê çapemeniya Ewropa û Amerîkayê jî bi zimanekî tund rexne kir û got: ‘Çapemeniya welatên rojavayî nûçeyên derew diweşîne û dibêje ku balafirên şer ên Rûsyayê li Sûriyayê sivîlan bombe dike û mirovên bêguneh tên kuştin. Bingeh û delîleke van nûçeyan nîn e. Rûsya dixwaze bizanibe bê ka çi li sînorê Tirkiya û Sûriyayê diqewime; lêbelê Enqereyê ji bo balafirên me yên keşfê destûr neda ku di çarçoveya Peymana Esmanên Serbest de perwazeke keşfê pêk bîne. Wisan e sûcekî vedişêrin û nahêlin ku balafirên me bibin şahidê bûyerê. Li ser sînorê Tirkiyayê ji bazirganiya petrola mişextî bigire heta şandina mîlîtanan û gelek sûcên din diqewimin. Ji bo vê şik û gumana me delîl û hincetên rasteqîn hene.’

    Bi heman mijarî:

    Li gorî encamên nefermî Refsencanî û Ruhanî li pêşiyê diçin
    Hentbolvanên Semsûrê qeza kir: 1 mirî û 12 birîndar
    Roja yekem a agirbestê: DAIŞê li Sûriyayê 14 kes kuştin
    Rûsya: ‘Şamê pesend kir ku girêdayî agirbestê bimîne’
    Li dijî tabûra leşkerî êriş! Welatiyek birîndar bû
    HPG: ‘Bomberdûmanên artêşa tirk dewam dikin'
    Etîketan:
    delîl û hincetên rasteqîn, şik û guman, bazirganiya petrola mişextî, şahidê bûyerê, perwaza keşfê, Peymana Esmanên Serbest, balafira keşfê, bingeh û delîl, mirovên bêguneh, balafirên şer ên Rûsyayê, nûçeyên derew, rexne, bi zimanekî tund, çapemeniya Ewropa û Amerîkayê, sererastkirina pêwendiyan, berfirehî û kûrahiya karesatê, li dijî rêxistinên terorîstî yên tescîlkirî, geşt û seyran, parastina berjewendiyên Rûsyayê û civaka navneteweyî, dostaniya Tirkiyayê, ji bo xatirê 2 pîlotan, karesat, xistina balafira cengî ya Rûsyayê, Wezareta Derve ya Rûsyayê, Mariya Zaxarova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de