23:52 21 Sibat 2018
Zindî
    İgor Konaşenkov

    Rûsyayê ji bo agirbestê li Sûriyayê navendek avakir

    © Foto: Wezareta Parastinê ya Rûsyayê
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov daxuyand ku ji bo çavdêriya li baregeha leşkerî ya Rusyayê ku li bajarê Hmeymim a Sûriyê ye, ji bo çavdêriya agirbestê navendeke kordînasyonê hatiye avakirin.

    Moskova - Konaşenkov got: ‘Di çarçoveya peymana agirbestê ku di 22ê Sibatê de navbera Rûsya û Amerîkayê de hat danîn, ji bo kontrolkirina wê agirbestê li baregeha Hmymimê navendeke kordînasyonê kete faliyetê.'

    Rayedarê rûsî got: ‘Armanca wê navenda kordînasyonê ew e ku;  piştgiriyê bide muzakereyên di navbera hukimeta Sûrî û muxalifan de, pêkanîna peymana agirbestê û organîzekirina sewqiyeta alîkarên mirovîn e.'

    Ji hêla din ve destnîşan kir ku ji bo muxalifên ku biryara dest berdana çekan bikin û bixwazin tevli muzakereyan bibin kîşan wextê bixwazin dikarin bi riya telefonê li navenda kordînasyonê bigerin. Koneşenkov got: ‘Hemû kesên ku serî lê bidin re wê alîkarî bê dayîn ku bi rayedarên hukimeta Sûrî re têkiliyan bikin.'

    Bi heman mijarî:

    Hikûmeta Herêma Kurdistanê PKK û KCK hişyar kir
    Li Amedsporê cezayeke nû hate birîn
    42 Asûriyên ku DAIŞê revandibûn hatin berdan
    Di benzînê de duh erzanî û îro zem
    Etîketan:
    navenda kordînasyonê, agirbest, Îgor Konaşenkov, Hmymim, Sûrî, Amerîka, Rûsya, Moskova
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de