02:15 22 Sibat 2018
Zindî
    Vladimîr Pûtîn

    Îro li Rûsyayê ‘Roja Parastvanên Welat' tê pîrozkirin

    © Sputnik/ ALEKSEY NİKOLSKİY
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Îro 23ê Sibatê li Rûsyayê ‘Roja Parastvanên Welat' ku di şerê cihanê yê yekemîn de artêşa Yekîtiya Sovyetê di sala 1918an de hêzên alman ji bajarê Narva û Pskovê deranîn bû, tê pîrozkirin.

    Moskova - Îro 23ê Sibatê li Rûsyayê ‘Roja Parastvanên Welat' ku di şerê cihanê yê yekemîn de artêşa Yekîtiya Sovyetê di sala 1918an de hêzên alman ji bajarê Narva û Pskovê deranîn bû, tê pîrozkirin. Ji bo gelek kesan 23ê Sibatê wekî ‘Roja Mêran' jî tê pîrozkirin.

    Di Roja Parastvanên Welat de, di serî de Moskova û li seranserê Rûsyayê wê bi çalakiyên cûr bi cûr were pîrozkirin. Li gorî daxuyaniya şaredariya Moskovayê, li çend cihên bajêr merasîmên bîr anînê, pêşangeh û sinemaya bê pere, konser û dê pêşbirkên sporê werin li dar xistin.

    Pûtîn û Şoygu wê qewzegulê deynin

    Ji xeyrî çalakiyên çandî, di merasîmên fermî de Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn û Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu wê qewzegulekê deynin Abîdeya Leşkerê Meçhul li tenişta dîwarê Kremlînê.

    Her wiha di saetên êvarê de ji xeyrî Moskovayê, Volgograd, Kerç, Murmansk, Novorosisyk, St. Petersburg, Sivastopol, Simolensk,Tula û li baregehên leşkerî wê rapêşiya fîşekên hewayî were kirin.

    Bi heman mijarî:

    Rûsya û Amerîkayê li hev kir: Agirbesta li Sûriyayê 27ê Sibatê dest pê dike
    Rûsya dixwaze, di qada hewayî ya Amerîkayê de derkeve kifşê
    Rûsya: ‘Amerîka sendroma Stockholmê bi Sirbîstanê dide jiyandin'
    Rûsya: ‘Dibe ku li şûna Tirkiyayê Îmarat bibe bazara me ya îxracatê’
    Rûsya, ji bo çareseriyê hevdîtinên xwe bi muxalifên sûrî re didomîne
    Etîketan:
    Roja Parastvanên Welat, Wezareta Parastina Rûsyayê, Serokatiya Devleta Rûsyayê, Vladimîr Pûtîn, Sergey Şoygu, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de