21:18 18 Sibat 2018
Zindî
    Balafira Su-35S

    Rûsya: ‘Terorîstên Sûriyeyê piştgiriya çek û milîtanan ji Tirkiyeyê werdigrin'

    © Sputnik/ VİTALİY ANKOV
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 10

    Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov di civîna çapemenî de ragihand ku terorîstên Sûriyeyê piştgiriya çek û milîtanan ji Tirkiyeyê werdigrin.

    Moskova — Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konaşenkov di civîna çapemenî de ragihand ku balafirên rûsî li Sûriyeyê di hefteya dawî de 444 sortî pêk anîn û hezar û 593 hedefên terorîstan îmha kir. Grûbên terorîst yên Sûriyeyê bi şev ji Idlîb û Helebê diçin sînorê Tirkiyeyê û piştgiriya çek û milîtanan werdigrin.

    ​Konaşenko di axaftina xwe de got: ‘ Balafirên rûsî li Sûriyeyê di navbera 10 û 16ê Sibatê 444 sortî pêk anîn û li Dêra Zorê, Dera, Hûmis, Lezqiye û li Helebê hezar û 593 hedefên terorîstan xist. Grûbên terorîst yên Sûriyeyê bi şev diçin sînorê Tirkiyeyê û ji çek û milîtanan werdigrin.'

    Di sînor de niha milîtanên birîndar derbas dibin

    Konaşenkov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Ji ber rewşa Helebê malbatên milîtanên terorîst bi grûbên mezin ber bi sînorê Tirkiyeyê ve diçin. Lê ji bo ku Tirkiye çûn û hatinê sînor jidandiye, niha bi giştî tenê milîtanên birîndar derbas dibin.'

    ​Îgor Konaşenkov di dirêjiya axaftina xwe de got: ‘ Ji Îlona 2015an ku Rûsyayê li Sûriyeyê dest bi operasyonên hewayî kiriye û heta niha qadeke berfirehiya 800 kîlometroyî û 73 herêmên jiyangehê ji destê grûbên terorîst hatiye derxistin.'

     

     

     

    Bi heman mijarî:

    Rûsya li cihanê, artêşa herî bi hêz a duyemîn e
    Rûsya: ‘Mafê Sûriyeyê heye bersiva êrişên Tirkiyeyê bide'
    Rûsya: ‘Li Sûriyeyê agirbest jî were ragihandin wê bombebarana me bidome'
    Rûsya hişyarî da Tirkiyê: Leşkerên xwe ji Iraqê derxînin!
    Rûsya: ‘Gunehên herî mezin dixin stuyê Moskovayê'
    Etîketan:
    Grûbên Terorîst, Wezareta Parastinê yê Rûsyayê, Îgor Konaşenkov, Idlîb, Heleb, Sûriye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de