00:25 19 Hezîran 2018
Êrişa Idlîbê

Balafirên ku li nexweşxaneya İdlîbê xistin, ji baregeha Încîrlîkê rabûn

© AFP 2018 / STRINGER
Rûsya
Lînkê kurt
0 10

Endamê Lijneya Têkiliyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Îgor Morozov diyar kir ku balafirên ku li nexweşxaneya İdlîbê xistin, ji baregeha Încîrlîkê rabûn.

Moskova — Endamê Lijneya Têkiliyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê Îgor Morozov bersivên ajansa RIA Novostiyê dan û diyar kir ku balafirên ku li nexweşxaneya İdlîbê ya Bijîşkên Sînor Nenas (BSN) û nexweşxaneya zarokan xistin, ji baregeha Încîrlîkê ya ku Amerîka bi kar tîne rabûn.

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ferhan Heq di daxuyaniya xwe de gotibû: ‘Li Idlîb û Helebê di êrişa hewayî ya moşekî de 5 nexweşxane û 2 dibistan hedef hatin girtin û zarok jî di nav de nêzî 50 sivîlî hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.' Heq îdia kiribû ku dibistan û nexweşxane ji terefê balafirên rûsî ve hedef hatibûn girtin.

Em rewşa Sûriyeyê kelîk bi kelîk dişopînin

Morozov di berdewamiya axaftina xwe de got: ‘ Li gorî doneyên îstîxbarî, balafirên ku ev hedefên sivîl bombebaran kirin ji baregeha Încîrlîkê ya ku Amerîka û koalisyon bi kar tîne rabûne. Doneyên îstîxbaratî li gorî amûrên teknîkî yên objektîf in û ev amûrên teknîkî rewşa Sûriyeyê deqîqe deqîqe kontrol dike. Roja ku nexweşxane hat bombe kirin balafirên rûsî li wê herêmê ne firiyan. Balafirên rûsî tenê li hedefên terorîstî dixe.'

Bi heman mijarî:

Rûsya li cihanê, artêşa herî bi hêz a duyemîn e
Rûsya: ‘Mafê Sûriyeyê heye bersiva êrişên Tirkiyeyê bide'
Amerîkayê ji bo Sûrîyeyê bang li Rûsya û Tirkiyayê kir!
Rûsya: ‘Li Sûriyeyê agirbest jî were ragihandin wê bombebarana me bidome'
Rûsya hişyarî da Tirkiyê: Leşkerên xwe ji Iraqê derxînin!
Etîketan:
Ajansa RIA Novostiyê, Baregeha Încîrlîkê, Neteweyên Yekbûyî (NY), Lijneya Têkiliyên Derve ya Konseya Federasyona Rûsyayê, Ferhan Heq, Îgor Morozov, Idlîb, Sûriye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de