16:58 19 Hezîran 2018
Alaya Rûsyayê

Siyasetmedarê rûs: ‘Divê em Kurdistana Tirkiyayê wekî dewlet nas bikin’

© Sputnik / Sergei Malgavko
Rûsya
Lînkê kurt
0 60

Piştî ku Serokwezîrê Tirkiyayê Ahmet Davutoglu daxuyand ku ew dê Qirimê nas nekin, Serokê Partiya Lîberal Demokrat a Rûsyayê Vladimir Jirinovsky jî daxuyaniyek weşand û got: ‘Divê em Kurdistana Tirkiyayê nas bikin.’

Moskova — Vladîmîr Jîrînovsky bertekeke tund nîşanî daxuyaniyên Davutoglu da û got: ‘Divê em Kurdistana Tirkiyayê wekî dewlet nas bikin û daxwaza xaka Erminastana rojava bikin. Bila Yûnanistan û Bulgaristan jî daxwazên xwe diyar bikin. Bila ji tirkan re parçeyek xak nemîne ku lê bimînin.’

Jîrînovsky di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ‘Serokwezîrê Tirkiyayê dibêje ku ew dê li Ukraynayê Qirimê nas nekin. Me Qirim, li gorî Peymana Kuçuk Kaynarcayê bi dest xistiye. Tu pêwendiyeke Qirimê bi Ukraynayê re tuneye. Tirkiya ji ber vê nezaniya xwe hertim di nîvê rê de şerpeze dibe.’

Bi heman mijarî:

Kremlînê, bersiva îdiayên Tirkiye yên ‘sûcê şerî' da
Tirkiye: ‘Ji bo operasyona bejayî ya Sûriyeyê, em bi koalîsyonê re hevdîtinan dikin'
YPG gihişte ber derê Ezazê
Rûsya li cihanê, artêşa herî bi hêz a duyemîn e
Pisporê amerîkî: ‘Tirkiya PYDê dike bihane ku NATO û Rûsyayê berde hev’
Almanyayê bangî Tirkiyeyê kir: 'Êrişên li dijî kurdan biterikîne!'
Li navçeya Hezexê qedexeya derketina derve hat ragihandin
Etîketan:
Qirim, Kurdistana Tirkiyayê, xaka Erminastana rojava, berteka tund, Partiya Lîberal Demokrat a Rûsyayê, Vladîmîr Jîrînovsky, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de