03:37 19 Hezîran 2018
Dmitriy Peskov

Kremlînê, bersiva îdiayên Tirkiye yên ‘sûcê şerî' da

© Sputnik / Natalia Seliverstova
Rûsya
Lînkê kurt
0 0 0

Kremlînê, îdiayên Tirkiye yên ku gotibû balafirên rûsî li herêma Ezazê li avahiya nexweşxaneyê dane û li herêmê ‘sûcê şerî' dike red kir.

Moskova — Kremlînê, îdiayên Tirkiye yên ku gotibû balafirên rûsî li herêma Ezazê li avahiya nexweşxaneyê dane û li herêmê ‘sûcê şerî' dike red kir.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu di serdana xwe ya Ûkraynayê de îdia kiribû ku balafirên rûsî li herêma Ezaza Sûriyeyê nexweşxaneyek bombebaran kiriye û li wir ‘li dijî însaniyetê sûcê şerê dike.'

Em van îdiayan qebûl nakin

Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov di civîna çapemenî de bersiva van îdiaya dan û got: ‘ Em van daxuyaniyan qebûl nakin. Yên ku van sûcdariyan dikin di destê wan de tu delîl tunene û sûcdariyên bêbingeh dikin.'

Pêwêndiya me di krîzeke kûr de ye

Peskov di berdewamiya axaftina xwe de li hemberî pirsa ‘gelo dibe gengeşiya navbera Tirkiye û Rûsyayê de zêde bibe?' bersivand û got: ‘ Niha têkiliya me di krîzeke kûr de ye. Ev xweşiya me naçe, lê yê ku ev kriz jî afirand ne em in.'

Bi heman mijarî:

Rûsya li cihanê, artêşa herî bi hêz a duyemîn e
Rûsya: ‘Mafê Sûriyeyê heye bersiva êrişên Tirkiyeyê bide'
Rûsya: ‘Li Sûriyeyê agirbest jî were ragihandin wê bombebarana me bidome'
Rûsya hişyarî da Tirkiyê: Leşkerên xwe ji Iraqê derxînin!
Rûsya: ‘Gunehên herî mezin dixin stuyê Moskovayê'
Etîketan:
Serokwezîrê Tirkiyeyê, Ofîsa Ragihandin a Kremlînê, Ahmet Davutoglu, Dmitriy Peskov, Sûriye, Tirkiye, Rûsya
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de