18:05 25 Sibat 2018
Zindî
    Teqîna Yarosvlê

    Li Rûsyayê teqîn: Herî kêm 4 kuştî

    © Foto: RT
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li Rûsyayê li avahiyeke bajarê Yarosvlê teqîneke xaza sirûştî pêk hat û ji bo ku aliyekî avahiyê hilweşiya herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan.

    Moskova - Li Rûsyayê li avahiyeke bajarê Yarosvlê teqîneke xaza sirûştî pêk hat û ji bo ku aliyekî avahiyê hilweşiya herî kêm 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û hê jî nayê zanîn ka çend kes di bine enkazê avahiyê de mane.

    Li bajarê Yarosvlê ku li bakûrê Moskovaya Rûsyayê dikeve avahiyeke 5 qat ku ji 4 blokan pêk tê teqîna xaza sirûştî pêk hat. Yek jê zarok herî kêm 4 kesî jiyana xwe ji dest da û tîmên rewşa lezgîn 4 kes jî ji bine enkazê derxistin.

    Li gorî ajansa RIA Novostiyê ku dispêre rayedarekî rûsî, teqîn li qata 4an pêk hat û qata 5a bi tevahî hilweşiya û nêzî 20 avahiyan zirar dîtine.

    ​Ji aliyê din ve li gorî qeydiyan di avahiyê de nêzî 40 kesî û 13 zarok dijîn, lê ev kes bi awayê daîmî li wir namînin. Her wiha li gorî rayedaran di dema bûyerê de di navbera 7 û 20 kesan de li avahiyê bûn.

    ​Kesên mayîn yên li avahiyê hatin tahliyekirin û tîmên lêgerîn û rizgarkirinê li cihê bûyerê lêkolînên xwe didomînin û 2 helîkopter jî piştgiriyê didin wan.

    Bi heman mijarî:

    Moskova peymana ku bi Şamê re danîbû eşkere kir
    Moskova: Me fêhm nekir çima wezareta Tirkiyeyê gazî balyozê me kir
    Moskova, ji bo Îranê dest bi sewqiyata moşekên S-300 kir
    Moskova: DAIŞ çekên kîmyewî bi dest dixe
    Moskova: Şam amadeye bi muxalifan re hevdîtinan bike
    Etîketan:
    RİA Novosti, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de