00:31 25 Gulan 2018
    Dmitriy Medvedev

    Medvedev: 'Cîhan gihiştiye asta "Şerê Sar" ê nû, lê dorpêçkirina Rûsyayê bêfayde ye'

    © Sputnik /
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev beşdarî 52yemîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê bû û polîtîkaya NATOyê ya li dijî Rûsyayê “dijminane” û “nehênî” bi nav kir.

    Munîx — Dmitriy Medvedev diyar kir ku pêwendiyên Rûsya-NATOyê gihiştine “asta Şerê Sar ê nû” û got:  ‘NATO hertim Rûsyayê wekî dijminê xwe, Ewropa û Amerîkayê dibîne. Derbarê şerekî atomî yê Rûsyayê de fîlmên çavtirsandinê tên kişandin. Carinan difikirim, gelo di sala 1962an de dijîn an jî sala 2016an?’

    ‘Polîtîkaya dorpêçkirinê ya li dijî Rûsyayê xizmeta çareseriyê nake’
    Medvedev diyar kir ku li dijî Rûsyayê polîtîkayeke dorpêçkirinê tê meşandin ku xizmeta çareseriyê nake û got: Pirsgirêkên global di nava şev û rojekê de derneketin holê û Rûsya jî ne berpirsiyarê van pirsgirêkan e. Heke cîhan dev ji dorpêçkirina Rûsyayê bernede, piştî 10-20 salan jî dê heman mijaran biaxive û dewleta xilafetê jî dê bê avakirin; lê wê çaxê dê nikaribin van bi mijaran ‘dewleta xilafetê’ re nîqaş bikin. 

    Serokwezîrê Rûsyayê tohmetên li dijî Rûsyayê jî red kir û got: ‘Her kes dibêje ku em li Sûriyayê hedefên sivîl dikujin û heta niha delîlek jî nîşan nedane. Wisan e ev gotin ne rast in. Ji aliyekî din ve armancên me yên nehênî li Sûriyayê nîn in û ji bo astengkirina terorîzmê em li wir in. Xetere heye ku ev terorîzm bigihêje welatê me jî û em berjewendiyên xwe yên neteweyî diparêzin.’

    ‘Operasyona bejahiyê çavê kesî natirsîne’
    Medvedev diyar kir ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyayê Rûsya û Amerîkayê hevkariyeke rojane dimeşînin û ev xebat ji bo aramkirina rewşa Sûriyayê jiyanî ne; herwiha dewletên ku amadekariya operasyona bejahiyê dikin bila bizanibin ku ev daxuyanî çavê kesî natirsînin.

    ‘Hevdîtina Papa Francis û Patrîk Kîrîl modeleke nêzikatiya erênî ye’
    Derbarê hevdîtina Papa Francis û Patrîk Kîrîl de jî Medvedev wiha got: ‘Duh me modeleke nêzikatiya erênî dît ku her du dêrên xristiyaniyê dîsa pireya ragihandinê di navbera xwe de ava kirin.’

    ‘Ji ambargoyê encameke siyasî hêvî nekin’

    Ji aliyekî din ve Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev bi karsazên rûs – alman re civîne pêk anî û got: ‘Ji ambargoyê encameke siyasî hêvî nekin. Mueyideyên aborî yên li dijî Rûsyayê dê encameke bi dilê xwediyan dernexe holê. Ji ber ku gelek şirketên rojavayî bi xebata salan di bazara Rûsyayê de ji xwe re dem û dezgeh vekiribûn û bi ragihandina ambargoyê re ev malê şirketan dê bihele û here. Xwediyên ambargoyê ziyaneke mezin digihînin xwe jî, heke ziyanek hebe jî dualî ye; lewre ev biryar dê encameke siyasî bi xwe re neyîne.’

    Bi heman mijarî:

    Li Geverê sewqiyeta leşkerî didome
    Sariyildiz: ‘Cizîr kampa naziyan e, dewlet delîlên sûc ji holê radike’
    Îstixbarata Amerîkayê: 'Ji destpêka 2012an 38 hezar biyanî derbasî Sûriyayê bûn'
    Bavê Mazlum Dogan jiyana xwe ji dest da
    Enstîtuya Waşîngtonê: 'Amerîka û Tirkiya ji pêwendiyên kurdî-rûsî ditirsin'
    Civîna dîrokî: Piştî 1000 salî dêrên Katolîk û Ortodoks li Kûbayê civiyan
    Etîketan:
    ziyana dualî, agihandina ambargoyê, dem û dezgeh, bazara Rûsyayê, şirketên rojavayî, mueyideyên aborî yên li dijî Rûsyayê, encama siyasî, karsazên rûs – alman, pireya ragihandinê, dêrên xristiyaniyê, modela nêzikatiyê ya erênî, operasyona bejahiyê, aramkirina rewşa Sûriyayê, hevkariya rojane ya Rûsya û Amerîkayê, çareserkirina krîza Sûriyayê, astengkirina terorîzmê, armancên nehênî, hedefên sivîl, tohmetên li dijî Rûsyayê, dewleta xilafetê, dorpêçkirina Rûsyayê, pirsgirêkên global, xizmeta çareseriyê, polîtîkaya dorpêçkirinê ya li dijî Rûsyayê, fîlmên çavtirsandinê, şerê atomî yê Rûsyayê, asta Şerê Sar ê nû, pêwendiyên Rûsya-NATOyê, berjewendiyên neteweyî, 52yemîn Konferansa Ewlehiyê ya Munîxê, Dmitriy Medvedev, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de