11:05 17 Tebax 2017
Zindî
    Dmitriy Medvedev

    Medvedev, peyva ‘Dibe şerekî nû yê cihanê derkeve'negotiye

    © Sputnik/ Ekaterina Shtukina
    Rûsya
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Derket holê ku Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev di hevpeyvîna rojnameya Handelsblattê de ku gotibû ‘dibe şerekî nû yê cihanê derkeve' ne gotiye û peyva wî şaş hatiye wergerandin.

    Moskova — Derket holê ku Serokwezîrê Rûsyayê Dmitriy Medvedev di hevpeyvîna rojnameya Handelsblattê de ku gotibû ‘dibe şerekî nû yê cihanê derkeve' ne gotiye û peyva wî şaş hatiye wergerandin.

    Rojnameya Handelsblattê, hevpeyvîna Medvedev bi sernavê ‘Medvedev ji bo şerê cihanê yê nû hişyarî da' bi zimanê ingilîzî li ser malpera xwe weşandibû.

    Lê hikumeta Rûsyayê di malpera xwe ya fermî de metnê orjînal bi rûsî par ve kir û di wir de li hemberî pirse Medvedev dibêje ‘li şûna ku em li cihanê şerekî nû bidin dest pê kirin, em herkesi rûnînin masê.'

    Yanî Medvedev ne ji bo şerekî cihanê yê nû, ji bo ku dewletên cûda leşkerên xwe dişinin Sûriyeyê û dibe ev bibe sedema şerekî herêmî û ji bo vê hişyarî dabû.

    Her wiha Medvedev di bersivên xwe yên pêş de hişyarî, ‘operasyonên bejayî dibe sedema mayîna şer û pevçûnan' kiribû û mînaka Afganîstan û Libyayê dabû.

    Bi heman mijarî:

    Medvedev: ‘Şandina hêzên bejayî ji bo Sûriyeyê, mijarê tev li hev dike'
    Medvedev hişyarî da: Dibe ku şerê cîhanê biqewime
    Medvedev: ‘Em nikarin derbasbûna koçberan ji bo Ewropayê asteng bikin'
    Medvedev, biryara mueyîdeyên nû yên Tirkiyeyê îmze kir
    Medvedev: Em ê bazirganiya xwe bi Çînê re derxînin 200 milyar dolarî
    Etîketan:
    Serokwezîrê Rûsyayê, Dmitriy Medvedev, Moskova, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de